ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-2-2025
7 sibat, 2025   02:00

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, 26 sal li pey xwe hiştin. Di vê demê de gelek rastî û lihevkirinên hêzên hegemon derketin holê. DOSYA

Jinên li Çilaxa pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin şermezar kir û diyar ku têkoşîna wan heta bidawîkirina vê pergalê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didome û got: "Tenê Rêbertî dikare vê merheleyê bi rê ve bibe û aştiyê li herêmê pêk bîne." BI WÊNE Û DÎMEN

Li beramber hişksaliyê, Nivîsgeha Sewalvaniyê ya kantona Reqayê li ser birêxistinkirina karê bayterî û piştgiriya xwediyên pez xebatên xwe didomîne. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Til Birakê diyar kir ku çareya yekane ya xelasiya Sûriyeyê ji krîza heyî di pêkanîna nenavendiyê û gel xwe bi xwe bi rê ve bibe de, ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi reva Beşar Esed a 8ˋê Kanûna 2024ˋan re berava Sûriyeyê bû şahidê kêliyeke dîrokî. Bi hilweşîna dîktatorê ku welat bi dehan salan di nava çewisandin û zordariyekê de bi rê ve dibir, şahî û pîrozbahî li bajar, bajarok û gundan belav bûn. Lê derket ku ev pîrozbahî û şahî demkî ne, ji ber ku di demeke kurt de bi hatina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li ser desthilatê, zemhetiyên nû derketin. ANALÎZ