ˋSûcekî din li rêzesûcên delweta Tirk ên li dijî sivîlan zêde bûˊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî erebeyeke sivîl li başûrê Til Birakê de ku di encamê de 3 welatî şehîd bûn, daxuyaniyek da.

ˋSûcekî din li rêzesûcên delweta Tirk ên li dijî sivîlan zêde bûˊ
21 kanûn, 2024   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa li dijî erebeyeke sivîl li başûrê Til Birakê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di sûcekî nû de ku dikeve rêzesûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan hat zêdekirin, îro şemiyê (21 ˋê Kanûna 2024ˋan) piştî nîvro, erebeyeke sivîl a Hyundai, ji hêla balafireke bêmirov ve li başûrê Til Birakê hat hedefgirtin.

Êrişa terorîst li nêzî xala kontrolê ya kaziya Şuheda (Benzînxaneya Şehîdan) li ser rêya ku bajarokên Til Birak û Holê girê dide pêk hat, di nav de melayek 3 sivîl şehîd bûn û yek din jî bi giranî birîndar bû.

Em bi tundî vê kiryara tirsonek şermezar dikin ku armanca wê belavkirina terorê di nav sivîlan de û têkbirina aramiyê li herêmê ye.  Em teqez dikin ku ev tawan beşeke ji rêzesûcên eşkere yên qanûnên navdewletî û mafên mirovan ku armanckirina sivîlan di bin her şert û mercî de qedexe dike.

Em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo rawestandina van tawanên dubare yên li dijî gelên herêmê tên kirin û hesabê ji berpirsyaran bixwazin.  Her wiha em mafê xwe yê rewa yê parastina gelê xwe û pêkanîna aramî û ewlehiya wan piştrast dikin.

Ji şehîdan re rehmet û ji birîndaran re şifaya lezgîn."