Xelkê Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Yûsiv El Ilêwî

Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˋê şehîd Yûsif Ehmed El Ilêwî û soza şopandinba rêça şehîdan da.

21 kanûn, 2024   16:41
HESEKÊ

Xelkê bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rûspiyên herêmê li taxa başûrê bajêr ku konê sersaxiyê yê şehîd Yûsif Ehmed El Ilêwî hatibû vedan, sersaxî da malbata şehîd. Yûsiv Ehmed El Ilêwî di bersivdana êrişên dagirkeriya Tirk li dijî kantona Minbicê de şehîd bû.

Di merasîma sersaxiyê de axêveran sersaxî da malbata şehîd.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birakê endamê meclisê Ruba Mitêran axivî û got: " Şoreşa me şoreşa şehîdan e û em ê bi fedakariya wan bi ser bikevin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Birakê Welîd El Xefo axivî û got: "Şehîd Yûsiv di oxira gel û welat bi rûmet bijî de canê xwe feda kir."

Li ser navê Meclisa Bajarê Til Birakê Wenas El Ebdullah got: "Em soz didin dayika şehîd Yûsiv ku em ê li ser rêça wî bimeşin û tolê wî ji her kesên hewl bidin ewlehiya me têk bibin, hilînin."

Her wiha endama Kongra Star a bajêr Sîma Etê axivî û got: "Em îro li bin konê sersaxiyê bi serbilindî sersaxiyê didin malbata şehîd. Em soz didin malbatê û tevahî şehîdan heta serkeftinê li ser rêça wan bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANHA