ˋRêveberiya Xweser ji bo birêvebirina Sûriyeyê modela serkeftî yeˊ

Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Şedadê di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de girîngî da yekbûna xaka Sûriyeyê. Endaman got tecrûbeya li herêmê xwe îsbat kir ku modelek demokratîk a pirrengî ye û dikare welat bi şêweyê nenavendî ku bikeve xizmetî tevahî pêkhateyan bi rê ve bibe.

ˋRêveberiya Xweser ji bo birêvebirina Sûriyeyê modela serkeftî yeˊ
ˋRêveberiya Xweser ji bo birêvebirina Sûriyeyê modela serkeftî yeˊ
ˋRêveberiya Xweser ji bo birêvebirina Sûriyeyê modela serkeftî yeˊ
13 sibat, 2025   03:45
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Piştî ketina rejîma Baas a Sûriyeyê di 8'ê Kanûna 2024'an qonaxeke nû li Sûriyeyê dest pê kir. Di vê qonaxê de desthilata Şamê hewl dide pêkhateyên Sûriyeyê paşguh bike û tenê nêrîna xwe li ser welat ferz bike û pêkhateyên din paşguh dike.

Li hemberî van guhertinan, xebatên peydakirina pergaleke nû ku gelê Sûriyeyê ber bi dewleteke demokratîk, nenavendî û pirreng ve bibe, didomin. Girêdayî wê, projeya Rêveberiya Xweser, ji bo jinûve avakirina Sûriyeya yekbûyî ya li ser bingehên demokrasî û wekheviyê, modela herî serkeftî ye.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Sultan ê ji bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji desthilata Şamê wiha hêvî dike ku ew biryarên xwe li gorî berjewendiyên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bide û ji paşguhkirina pêkhateyan a ku niha tê kirin jî, bi dûr bikeve.

El Sultan destnîşan kir ku divê biryarên cidî û zelal der barê agirbesta li tevahî xaka Sûriyeyê de werin dayîn û aloziyên hundirîn û derve yên Sûriyeyê bi dawî bibin.

El Sultan ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê êrişên li dijî Bendava Tişrînê û derdora wê werin sekinandin û li hember vê êrişên leşkerî yên li dijî herêmê divê desthilata Şamê helwesteke cidî nîşan bide."

JI BO SÛRIYEYA DEMOKRATÎK A PIRRENG Û NENAVENDÎ BANG TÊN KIRIN

Li aliyekî din jî Berpirsê Têkiliyan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Şedadê Drç Salih El Zoba destnîşan kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo sazkirina destûreke nû ya avakirina Sûriyeya demokratîk, pirreng û nenavendî ku li gorî hêvî û armancên gelê Sûriyeyê be, amade ye.

El Zoba destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser li ser asta niştîmanî tecrûbeyeke serkeftî ye û xwe di aliyê rêvebirina karûbarên herêmê yên li ser bingehên demokrasî û wekheviyê de, îsbat kir.

Di dawiya axaftina xwe de El Zoba diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li dijî parçekirin û dabeşkirinê ye û teqeziyê bi yekbûna erdnîgariya Sûriyeyê û hevbeşiya hemû pêkhateyên wê, dide.

(mh/fr)

ANHA