ˋParastina destkeftiyan berpirsiyariya her kesî yeˊ

Li bajarê Şedadê yê kantoan Cizîrê têkildarî pêşdeçûnên siyasî li herêmê civînek hat organîzekirin. Di civînê de rêvebera Kongra Star a kantonê Viyan Hesekê got, "Parastina destkeftiyan berpirsê tevan e."

ˋParastina destkeftiyan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˋParastina destkeftiyan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˋParastina destkeftiyan berpirsiyariya her kesî yeˊ
ˋParastina destkeftiyan berpirsiyariya her kesî yeˊ
19 kanûn, 2024   17:30
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî û ewlehî li herêmê civîneke girseyî li dar xist.

Di civîna ku li pêş meclisê hatiye lidarxistin de şênî, nûnerên saziyên sivîl, komîte û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de rêvebera Kongra Star a kantona Cizîrê Viyan Hesekê li ser pêşdeçûnên siyasî li herêmê axivî.

Viyan got: "Piştî ketina rejîma Beşar Esed komên çete yên dewleta Tirk a dagirker rûberên fireh ji xaka Sûriyeyê kontrol kirin. Armanca van komên çete ewlehî û îstîqrara Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin."

ˋTÊKBIRINA TERORÊ Û AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESERˊ

Viyan wiha domand: "Hêzên me bi saya fedakariyên şervanan û projeya siyasî ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye terora DAIŞˋê têk bir. Projeya neteweya demokratîk ji bo tevahî pêkhateyên herêmê ye."

Viyan diyar kir ku ev proje ji bo Sûriyeyê modela çareseriya siyasî ye û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser klîta çareseriya Sûriyeyê ye ku mafên tevahî Sûriyeyiyan bi hemû pêkhate û etnîkên xwe misoger dike."

ˋPARASTINA DESTKEFTIYAN BERPIRSIYARIYA HER KESÎ YEˊ

Viyan bal kişand ser rola pêkhateyan di parastina ewlehî û îstîqrara herêmê de û diyar kir ku divê li hember astengiyan vîn û îsrar xurt bin.

Viyan anî ziman ku parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsiyariya her kesî ye.

Di dawiyê de beşdaran girîngî da hevgirtina pêkhateyan û hembêzkirina Rêveberiya Xweser û QSDˋê.

ANHA