ˋMe berpirsekî îstîxbaratê ya Hizbullah li Sûriyeyê kuştˋ

Berdevkê artêşa Îsraîlê ragihand ku îro çeka hewayî ya Îsraîlê li nêzî Şamê cihên îstîxbarata Hizbullah hedef girtin, di encamê de berpirsê îstîxbarata Hizbullah li Sûriyeyê Mehmûd Mihemed Şahîn hat kuştin.

ˋMe berpirsekî îstîxbaratê ya Hizbullah li Sûriyeyê kuştˋ
4 mijdar, 2024   23:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser Xˋê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê cihên îstîxbarata Hizbullah li hundirê Sûriyeyê bombebaran kirin.

Adraee anî ziman ku di êrişî de berpirsê îstîxbarata Hizbullah li Sûriyeyê Mehmûd Mihemed Şahîn hat kuştin. Her wiha got Şahîn di aliyê hevkariya navbera Hizbullah û Îranê de endamekî girîng bû.

(fr)