Piştî çend saetan ji hewldana vekirinê deriyê Ebû Zindên hat hedefgirtin

Deriyê Ebû Zindên ê di navbera herêmên serweriya hêzên Şamê û herêmên Sûriyeyê yên bin dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê de piştî çend saetan ji hewldana vekirinê hat hedefgirtin.

Piştî çend saetan ji hewldana vekirinê deriyê Ebû Zindên hat hedefgirtin
4 mijdar, 2024   23:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku deriyê Ebû Zindên ê di navbera herêmên hikumeta Şamê û deverên Sûriyeyê yên bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de hat vekirin, derî ji aliyê aliyên nenas ve hat hedefgirtin. Hemwextî wê xwepêşandanên li dijî vekirina deriyê hatin lidarxistin.

Agahî hene ku erebeya serçeteyê "Polîsên Leşkerî" yê bi navê Ebû Hesen Mari hatiye hedefgirtin.

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" sibeha îro hewl da deriyê Ebû Zindên 2 rojan di hefteyê de ji bo çûn û hatina welatiyan di navbera her du herêman de veke. Li hemberî vê yekê xwepêşandan hatin lidarxistin û bertek hatin nîşandan.

Li gorî datayan, hewldana vekirinê, piştî tesfiyekirina çeteyên ˋLîwa El Şîmalˋ û girtina muxalifên vekirina deriyê, pêk hat.

Çavkaniyên ji rojnameya El Şerq El Ewset da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide têkiliyê di navbera çeteyan de xurt bike û deriyê Ebû Zindên veke.

(mh)