ˋJi her demê zêdetir pêwîstî Kurdan bi kongreyeke neteweyî heyeˊ

Nivîskarekî û kesayetekî civakî diyar kri ku ligel guhertinên bilez li herêmê û nehêniya li derdora aqûbeta Kurdan, ji bo qonaxa bê, pêwîstî bi lidarxistina kongreyeek neteweyî ya Kurdistanî heye.

ˋJi her demê zêdetir pêwîstî Kurdan bi kongreyeke neteweyî heyeˊ
ˋJi her demê zêdetir pêwîstî Kurdan bi kongreyeke neteweyî heyeˊ
ˋJi her demê zêdetir pêwîstî Kurdan bi kongreyeke neteweyî heyeˊ
11 gulan, 2026   05:55
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Gelê Kurd gavên pratîkî yên ji hêla partî û hêzên siyasî ve, yên bi armanca pêkanîna yekitiyê û avakirina vîzyoneke hevbeş ku parstina mafên gelê Kurd û diyarkirina siberoja wî misoger dike, dişopîne.

Girêdayî mijarê, kesayeta civakî nivîskar Şêxmûs Ehmed got: "Gelê Kurd di oxira çareserkirina doza xwe û pêkanîna yekitiyê li ser asta siyasî û civakî de têkoşînek dirêj meşand. Ligel pêşdeçûnên bilez li herêm û cîhanê ji her demê zêdetirî pêwîstî bi yekitiyê heye."

Ehmed wiha anî ziman: "Divê ev yekitî tevahî Kurdistanê bigire nava xwe, ne tenê li ser parçeyekê be. Pêwîstî bi amadekirina gelê Kurd ji bo rûbirûbûna guhertinên bilez ên li Rojhilata Navîn heye. Da ku hebûn û mafên xwe îsbat bike, destkeftiyn xwe biparêze, xebatê li ser çareserkirina doza xwe bike û hebûna xwe ya siyasî di qonaxa pêş de xurt bike."

Ehmed bal kişand ser girîngiya lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê ya bi amadebûna kesayetên siyasî, civakî, olî, rewşenbîr û serbixwe û got armanca wê stratejiyek yekgirtî li gorî hemaheniya daxwazên qonaxa bê û destnîşankirina siyaset û helwestên Kurdî yên siberojê were sazûmankirin.

Der barê pêkanîna yekitiya Kurdistanê de Ehmed wiha domand: "Pêkanîna yekitiya Kurdan dê hevgirtina di navbera Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê de xurt bike, di rûbirûbûna dijwariyan de piştgiriya hevbeş peyda bike, di parastina maf û destkeftiyên neteweyî de beşdar bibe."

Ehmed destnîşan kir ku wê Kurd bibin beşek ji guhertinên li herêmê pêk tên. Wê rola wan di hevsengiyên siyasî de hebe ku siberoja Rojhilata Navîn were destnîşankirin."

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de pêşngtiya qonaxê û serkeftina li dijî astengiyan, sekna li dijî zulmê û rizgarbûna ferd ji koletiyê îsbat kir. Bo nimûne şoreşa Kawayê Hesinkar a li dijî qeral Dehak a 612 B.Z.

Ehmed aşkera kir ku li cem gelê Kurd hêmanên siyasî, fikrî û civakî hene ku dikare rola aktîv di qonaxa bê de bilîze. Dikare wê yekê bi rêya kesayetên siyasetmedar û ramyar û eşîrên piştgiriya yekitiyê dikin bike.

Di dewama axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser astengiyên rûbirûyî Kurdan in weke bandorên parçebûnên siyasî û erdnîgarî û got divê ev têgeh werin derbaskirin, xebat li ser xurtkirina yekitiya helwesta Kurdî were kirin, hêzek dikare parastina destkeftiyên Kurd biparêze û parastina civaka Kurd bike were avakirin, astengiyên li pêşiya yekitiyê werin rakirin.

Li aliyekî din jî nivîskarê Kurd Mişel Osman jî da zanîn ku berjewendiyên partiyekê û kesayetî li pêşiya pêkanîna yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî astengiyên herî li pêş in, li kêleka wê jî nebûna lihevkirineke siyasî hîna jî bandorê li rewşa Kurdî dike.

Osman mixabîniya xwe ji nepêkanîna encamên pratîkî yên berbiçav piştî derbasbûna saleke li ser lidarxistina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Qamişloyê anî ziman. Li gorî encamnameyên wê heta niha tu gav li ser erdê partîze nebûne tenê xumavek li ser kaxizê mane.

Osman diyar kir ku li gorî piranî Kurdan konferansê gaveke girîng ber bi misogerkirina yekitiyê ve avêt, lê nebûna pratîzekirina wê encam di çarçoveya teorîk de hiştin.

Di dawiyê de Osman anî ziman ku pêkanîna yekrêziya Kurdî wê bandoreke erênî li ser pirsgirêka Kurdî bike, wê bi rêya diyalogê bi aliyên bandorker re bigihîne çareseriyan.

(fr)

ANHA