Meral Daniş Beştaş: Tekane astengiya pêvajoyê desthilata Tirkiyeyê ye

Endama Komîsyona Demokrasî, XwIşk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Meral Daniş Beştaş got li gel ku aliyekî (Rêber Abdullah Ocalan û PKK) vînek xurt daniye holê jî, ji aliyê dewletê ve reşnivîseke ku mîsogeriyê bide tune ye, tekane astengiya li pêşiya pêvajoyê desthilata Tirkiyeyê ye.

Meral Daniş Beştaş: Tekane astengiya pêvajoyê desthilata Tirkiyeyê ye
11 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Di salvegera fesihkirina PKK’ê de nîqaşên li ser pêvajoyê zêdetir bûne. Nîqaşên ku pêvajo dê ber bi ku ve biçe, têne kirin. 

Der barê mijarê de endama “Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî” Meral Daniş Beştaş ji ajansa me re axivî.

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, PKK’ê gelek gav avêtin, li Tirkiyeyê jî hinek gav hatin avêtin. Pêwîst bû di aliyê hiqûqî de jî gav bihatina avêtin. Lê heta niha dewletê gavên şênber neavêtine. Di aliyê hiqûqî de çima gav nehatine avêtin û astengî çi ne?

‘TEKANE ASTENGIYA PÊVAJOYÊ DESTHILAT E’

Me di rapora komîsyonê de diyar kir ku pêwîste gavên zagonî bên avêtin. PKK’ê jî xwe fesîh kir û çekên xwe şewitandin. Li holê çek tune ne, vînek heye. PKK got “Ez çekên xwe dişewitînim, tune dikim”. Ma gavek ji vê bihêztir heye? Lê di qonaxa ku em gihiştinê de desthilat gavek şênber navêje. Di mînakên cîhanê de jî tê dîtin ku ji bo çek bên danîn destpêkê desthilat gavên hiqûqî diavêje. Niha di destê gerîlla de çek tune ye, lê ji bo vegera gerîlla mîsogeriyek tune ye. Li gel ku aliyekî vîneke bihêz daniye holê jî, ji aliyê dewletê ve reşnivîsek ku mîsogeriyê bide tune ye.

Her wiha di banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê de ji bo feshê û çekdanînê mîsogeriya hiqûqî heye.

Mijarek din a tê nîqaşkirin jî mijara tespît û piştrastkirinê ye. Yê ku dibêjin pêwîste mijara çekdanînê bê tespîtkirin, bila careke din li dîmên 11’ê Tîrmehê yê çekşewitandinê binêrin. Dîsa ji bo “vegera” gerîllayên ku çek şewitandine sererastkirinek hiqûqî şert e. Komîsyonê jî bal kişandiye ser vê xalê.  Vîna meclisê jî bi vî awayî ye. Ji bo vê astengiyek heye, ew jî nebûna vîneke siyasî ye.

Mijarek din jî pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrê ye. Divê dawî li qeyûman bê anîn, li gorî zagonên heyî tev bigerin. Heta di vê de jî pêşketinek tune ye. Ji bo vê jî yekane astengî desthilat e.

Beriya niha jî serokê MHP’ê Devlet Bahçelî statuya Rêber Abdullah Ocalan anîbû ziman û di daxuyaniya dawîn a Tevgera Azadiyê de jî bal kişandin ser statuyê. Ji bo diyarkirina statuya Rêber Abdullah Ocalan û pêşketina pêvajoyê divê çi bê kirin û hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

NABE KU STATUYA AKTORÊ SEREKE YÊ PÊVAJOYÊ BIKEVE NÎQAŞÊ

Aktorê esasî û muxatabê vê mijarê birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê pêwîst e statuya birêz Ocalan nebe mijara nîqaşê jî. Dema rewş wiha be, pir zehmet e ku Ocalan di girtîgehê de bi hevdîtinên sînordar beşdarî pêvajoyê bibe. Ma dibe ku bi hevdîtinên periyodîk ên Şandeya Îmraliyê tenê dozeke mezin û giran bê çareserkirin? Di heman demê de bêstatubûn ma tiştekî wisa gengaz e? Aliyê din pêvajoyê xwedî derfetên enformasyonê ye, hêza ragihandinê di dest de ye, pêwîstî bi çarçoveyeke hiqûqî nabîne. Di demekê de ku ji birêz Ocalan tê xwestin mijarê çareser bike, berpirsyariyeke mezin dide ser milê wî, lê derfet nayê dayîn. Ev nêzîkatî bicihneanîna berpirsyariyên desthilatê nîşan dide.

Tê gotin ku eger dewleta Tirk gavan neavêje, dê hem zirarê bibîne hem jî zirarê bide gelên herêmê. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

TIRKIYE NIKARE XWE JI HEJANDINA ROJHILATA NAVÎN XELAS BIKE

Wekî em dizanin nediyariyeke mezin li Rojhilata Navîn heye. Şerekî sêyemîn ê parvekirinê tê meşandin. Tirkiye di navenda van pêşketinan de ye. Di hejandinekê de Tirkiye nikare xwe ji vê xelas bike. Tişta ku divê demildest bê kirin, aştiya hundirîn e. Dema li Tiriyeyê aştiya civakî pêk bê, dê hêzê bide welatên din ên herêmê.

ANHA