ˋGer em xwedî li doza xwe dernekevin wê kiyê lê derkeveˊ

Di civîneke diyalogê li Qamişloyê de pêşeroja Sûriye û diyaloga Kurdî-Kurdî hatin nîqaşkirin.

13 ÇILE, 2025   22:55
QAMIŞLO

Partiya Demoqratî Pêşverû ya Kurd li Sûriye bi sernavê "Pêşeroja Sûriyeyê" li hola Nûredîn Zaza ya Qamişloyê civîneke diyalogê li dar xist.

Di civînê de 3 mijar hatin nîqaşkirin. Di mijaran de bal li ser pêşeroja Sûriyeyê di tevahî aliyan de, pevguherîna nêrînan der barê şans û astengiyên pêşerojê de , xurtkirina diyaloga avaker ji bo gihandina ber bi pêşerojeke baş ve, hat kişandin.

Di civînê de çalakgerên rêxistinên civaka sivîl û rojnamevan beşdar bûn. Sekreterê Giştî yê Partiya Demoqratî Pêşerojê ya Kurd li Sûriyeyê Dr. Selah Derwêş û endamê Nivîsgeha Siyasî ya partiyê Mêdas Ezîzî civîn bi rê ve bir.

Di civînê de Derwêş axivî û got: "Ji ber ku rejîmê li Rûsya guhdarî nekir, Rûsya dev ji wan berda û zehmet bû parastina wê jî bike. Ji ber ku plana hilweşîna rejîmê hebû. Piştî ketina Helebê di aliyê leşkerî de bajar bi bajar ketin."

Derwêş wiha domand: "Sûriyeyiyan ji bo hatina Ebû Mihemed El Colanî li çepikan neda, lê ji bo hilweşîna rejîmê lêda. Cıvata navneteweyî ji nêz ve reftarên wî dişopîne."

Derwêş diyar kir ku piştî ketina rejîmê rewşeke nû li Sûriyeyê heye. Dewleta Tirk dixwaze ji dêvla Îranê be û hegemoniya xwe ferz bike. Erebî Îsraîl, Amerîka û Rûsya vê hegemoniyê red dikin.

Di berdewama axaftina xwe de Derwêş got ne pêkan e rêveberiya nû cilê Idlibê li tevahî Sûriyeyê bike. Elewî, Durzî, Kurd û komeke mezin ji Sunne yên Sûriyeyê vê yekê red dikin û banga avakirina dewleteke medenî nenavendî dikin ku tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de beşdar bin. Lê gel rêveberiya nû di îdeolojiya heyî de dewam kir, ne cıvata navneteweyî ne jî cıvata Sûriyeyî wê kiryarên wê qebûl bikin.

Dr. Selah Derwêş bal kişand ser rewşa Kurdan û got rewşa Kurdan piştî hilweşîna serdema Esed bi giştî hat guhartin, ji ber hin dewletên aktîv hene banga parastina mafên Kurd û pêkhateyên din û parastina etnîk û mezhebên li Sûriyeyê dikin û got: "Ger em xwedî li doza xwe dernekevin wê kesên dîtir xwedî lê dernekevin. Divê em yekitiya xwe xurt bikin. Divê em nakokiyên xwe bidin aliyekî, ji ber doza me ji nakokiyan mezintir e."

Endamnê Nivîsgeha Siyasî ya partiyê Mêdas Ezîzî jî got pêwîstî bi lihevkirina li ser kazeke siyasî ya şêweyê birêvebirinê heye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, beşdaran diyar kir ku pêwîst e partiyên siyasî yên Kurd li eniya hundirîn a Kurdî û li eniya hundirîn a Sûriyeyê bi rêya têkildanîna bi hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê re tev bigerin û got dikare fikra kantonan were pêşniyarkirin.

Di nêrînan de banga pêwîstiya lidarxistina hevdîtina şêwirê bi Sûriyeyan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye û hat gotin ku ger fedralî hat pêşniyarkirin divê rewşa Efrîn û çawaniya pêkanîna wê digel fedraliyê de were diyarkirin.

Li aliyekî din jî hat destnîşankirin ku divê têkilî bi sûriyeyiyên li hundir, elewî û durziyan re bê danîn.

(fr)

ANHA