ˋEm dixwazin bi ewle vegerin Efrînêˊ

Meclisa Girkê Legê hewl dide pêdiviyên koçberan dabîn bike û di van şert û mercên dijwar de desteka wan bike. Lê civata navneteweyî li hember sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên ku li dijî wan kirine, bê deng e.

ˋEm dixwazin bi ewle vegerin Efrînêˊ
30 ÇILE, 2025   09:27
GIRKÊ LEGÊ
ROHAT XELEF

27ˋê Mijdara 2024'an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrîn û Şehbayê kir. Di encamê de koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê koçber bûn û li herêmên cuda yên kantonên Cizîrê, Reqa û Tebqayê bi cih bûn.

Girkê Legê yek ji wan herêman e ku koçber pêşwazî kir. Meclisa bajêr hewl dide ku pêdiviyên koçberan dabîn bike. Lê bêdengiya civata navneteweyî êşên wan zêde dike.

Di vê çarçoveyê de, şêniyê bi navê Kemal Hesen ê ji Efrînê got: "Ev bû cara duyemîn ku ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî malbata xwe koçber dibe. Ez hovîtiya ku çeteyan di rêwîstiya koçberiyê de li dijî me kiriye ji bîr nakim."

Hesen bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriya koçberan bikin û wiha domand: "Divê êrişên dewleta Tirk rawestin û em jî vegerin bajarê xwe."

Hesen hêvî kir ku bi awayekî ewle vegere bajarê xwe Efrîn û li wir di jiyaneke ewle û aram de bijî.

Litfiye Seydo ya ji Efrinê jî got: "Derketina me ji bajarê Efrînê destpêka êşa me bû. Lê ev êş bi derketina me ji Şehbayê vejiya û girantir bû. Em mecbûr bûn parçeyeke giyanê xwe li dû xwe bihêlin."

Litfiye wiha pê de çû: "Di rê de, ji ber hovîtiya çeteyên dewleta Tirk, me zehmetî kişand. Divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Em dixwazin vegerin bajarê xwe. Ev mafê me ye."

Cîgira hevserokatiya Meclisa Bajarê Girkê Legê Eyşe Derwîş jî diyar kir ku meclisê pêdiviyên koçberan dabîn kirine û destnîşan kir ku meclis bi her kesî re hevkar e, ji bo ku pirsgirêkan çareser bike.

(şx/fr)

ANHA