Li Qereqozaqê baregeheke çeteyan hat rûxandin

Di çalakiyên bersivdayîna rewa yên QSD’ê yên li dijî êrişên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê de li Qereqozaqê baregeheke çeteyan hat rûxandin.

Li Qereqozaqê baregeheke çeteyan hat rûxandin
30 ÇILE, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh (29 Çile 2025) ya çalakiyên bersivdayîna rewa yên dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh (Çarşem) balafirên şer û yên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li derdora Bendava Tişrînê û başûrê rojhilatê Minbicê dewam kirin. Balafirên gundê Şêx Ubeyd bombebaran kir û ji êvara Sêşem/Çarşemê heya saetên dereng ên êvara Çarşem/Pêncşem ve derdora Bendava Tişrînê bi obîsên û çekên giran topbaran kirin. Di topbaranê de zerar li hêzên me nebûn.

Hêzên me li Girê Qereqozaqê gelek çalakî li dar xistin, let encamên van çalakiyan nehatin zanîn.

Yekîneyên Şehîd Harûn jî li Girê Qereqozaqê li baregeheke çeteyan xist û baregeh bi temamî rûxiya.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dgirker gundên Xeseq, Mehlê û Dîkan ên başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di heman demê de gundên navborî bi obîsên giran, topên hawanan û tankan bi awayekî ketober topbaran kirin. Gundên Xeseq, Tîna, Cada, Bîr Hiso û Qereqozaqê  bi zêdetirî 150 topan hatin hedekirin. Di encamê de zerarên madî çêbûn.

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tikr a dagirker li bajarê Kobanê malek bombebebaran kir. Di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û jinek birîndar bûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî balafirên bê mirov li ser herêmê geriyan û nuqteyeke hêzên me bombebebaran kirin. Ji ber bombebebaranê zerarên madî tenê çêbûn."

(bb)