ˋParastina Bendava Tişrînê berpirsyariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yeˊ

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku parastina Bendava Tişrînê berpirsyariya her kesî ye û bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî kir ku êdî li hember sûcên li dijî sivîlên ji bo parastinê li bendavê ne, bêdeng nemînin.

ˋParastina Bendava Tişrînê berpirsyariya tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yeˊ
30 ÇILE, 2025   09:12
BENDAVA TIŞRÎNÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Çalakiya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Bendava Tişrînê berdewam in. Gelê pêkhateyên kantona Cizîrê tevî êrişên yekser ên dijî ber bendavê ji hêla balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên xwe didomîne.

Şêniyê bi navê Mihemed Hisên ê ji bajarê Hesekê got: "Bendava Tişrînê gelekî girîng e. Bendav kehrebeyê û avê dide herêmê."

Hisên diyar kir ku ew ê li hember êrişan bendavê biparêzin û piştgiriya şervanên QSDˋê yên ku parastina herêmê û bendavê dikin, bikin.

Hisên diyar kir ku piştî ew gihîştin bendavê diyar bû ku çawa QSDˋê parastina bendavê û herêmê ji êrişan dikin, rola wan jî heman rol e.

Di heman demê de Hisên bêdengiya rêxistinên navneteweyî û mirovî li hember êrişan û binpêkirinan şermezar kir.

Şêniyê bi navê Xalid Mihemed ê ji Zirganê jî got: "Em dev ji parastina bendavê bernadin."

Mihemed bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku demildest destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyan, raewstînin.

Mistefa Elûş ê ji Kobanê bal kişand ser girîngiya bendavê û got hilweşandina bendavê dê bi awayekî neyînî yê mezin bandorê li gelek bajaran bike.

Elûş ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê dewletên cîhanê êdî çavên xwe li hember sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî pêkhateyên herêmê û avahiyên xizmetguzariyê vekin û van sûcan rawestînin."

Elûş di dawiyê de got: "Parastina bendavê berpirsyariya tevahî sûriyeyiyan e."

(şx/fr)

ANHA