ˋEm dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikinˊ

Jinên bajarê Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û mafê hêviyê pêk nayne. Jin got: "Em bi têkoşîn û berxwedana xwe dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

ˋEm dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikinˊ
23 îlon, 2025   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, mafê wî yê hêviyê pêk nayne. Der berê vê mijarê de jinên bajarê Kobanê ji ajansa me re nêrînên anîn ziman.

ˋHETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ EM Ê LI QADAN BINˊ

Bakîre Sincar destnîşan kir ku di demên dawiyê de Rêber Apo Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir, lê hîn tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome û wiha got: "Em jinên Kobanê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em ê li qadan bin û çalakiyên xwe xurtir bikin, ji bo ku dawî li tecrîdê bînin û Rêberê Apo bi fîzîkî azad bikin."

ˋDAXWAZA ME AZADIYA RÊBER APO YEˊ

Ronîda Elî diyar kir ku ev 27` sal e Rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye û dibin tecrîda giran de ye û anî ziman ku: "Ev tecrîda giran tê wateya ku dewleta Tirk dixwaze mafê gelê Kurd di şexês Rêbertî tune bike û bê nasname bike. Lê em wek jinên bajarê Kobanê heta ku Rêbertî bi fîzîkî azad nebe, tu carî azad nabin. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin, da ku tecrîdê têk bibin."

Ronîda di dewama axaftina xwe de da zanîn ku tevî Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de ye, lê fikir û felsefeya xwe di dil û mêjîyê gel de ye û diyar kir ku: "Banga Rêber Apo ya dawî ji bo me bangeke dîrokî ye. Em ê di kar û xebatên xwe de bangê bikin bingeh. Wê demê em dikarin Rêberê xwe azad bikin."

ˋEM Ê PLANÊN DAGIRKERIYÊ TÊK BIBINˊ

Zelîxa Osman got ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe dawî li tecrîdê bînin û anî ziman ku: "Di qanûnên cîhanê de mafê hêviyê ji her kesî re heye, lê dewleta Tirk li gorî vê tev nagere. Em ê bi têkoşînê planên dagirkeriyê têk bibin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."

Semîre Ehmed jî got: "Daxwaza me azadiya Rêber Apo ye. Em jin bi hêz û vîneke herî xurt asta berxwedanê xurtir bikin, ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

(fr)

ANHA