ˋEger Bendava Tişrîn ji xizmetê derkeve wê karesateke mezin rû bideˊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku eger êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê bi dawî nebin, wê bendav ji xizmetê derkeve û bandorên mezin bi xwe re bîne. Rêveberiyê bang li xelkê Herêmê kir ku sibe beşdarî çalakiya prostestoyî ya li bendavê bibin.

ˋEger Bendava Tişrîn ji xizmetê derkeve wê karesateke mezin rû bideˊ
7 ÇILE, 2025   21:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku ev zêdetirî mehekê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Bendava Tişrînê bi dijwarî topbaran û bombebaran dikin. Ev êriş bi awayekî yekser gefê dixwin ku bendav ji xizmetê derkeve û dê bi xwe re karesateke mirovî û jîngehî ya xeternak li ser herêmê bîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di 5 rojên dawîn de êrişên li dijî bendavê dijwartir bûne û got eger av ji Bendavê Tişrînê ber bi Bendava Firatê bê herikandin, bendava Firatê nikare wê hilgire. Li paş Bendava Tişrînê nêzî 2 mîlyar metredam av heye, eger hemû dergehên Bendava Firatê werin vekirin jî rêje dê bibe 16 mîlyar metredam, ev jî zêdetirî hêza çemê Firatê ye.

Di encamê de wê rûberên berfireh ên zeviyên çandiniyê, bi sedan gund û deverên derdora çemê, bajarê Reqa û deverên ji xaka Iraqê dê di bin avê de bimînin."

Di daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY), rêxistinên navneteweyî û yên xwecih hat kirin ku dawî li êrişên dijî binesaziyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî gelê herêmê hat kirin ku beşdarî çalakiya sibe ya li nêzî Bendava Tişrînê bibin, nerazîbûna xwe li hemberî hedefgirtina bendavê nîşan bidin û piştgiriyê bidin berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

(mh/fr)