ˋAzadiya Rêbertî azadiya her jineke ku ji bo rûmet û edaletê tê dikoşe yeˊ

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê diyar kir ku serkeftina her pêvajoyeke siyasî ya rastîn li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, ji ber ku ew xwediyê projeyek demokratîk a pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera gelan de ye.

ˋAzadiya Rêbertî azadiya her jineke ku ji bo rûmet û edaletê tê dikoşe yeˊ
3 mijdar, 2025   03:40
REQA
DÎMA MIHEMED

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, der barê Banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve di 27`ê Sibata îsal de hatiye destpêkirin de, axivîn. 

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Madlîn El Şêx da zaznîn ku serkeftina her pêvajoyek siyasî ya rastîn li herêmê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye "Ji ber ku ew xwediyê projeyek demokratîk e ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê di navbera gelan de, nebûna azadiya wî ya fîzîkî rê li ber pêkanîna vê projeyê digire. "

Madlîn wiha li gotina xwe zêde kir, "Ji bo ku Rêbertî rola xwe ya siyasî bi bandor pêk bîne, divê şert û merc bên peydakirin, a yekem berdana wî ye da ku karibe bi awayekî çalak beşdarî çêkirina çareseriyên siyasî yên dadperwer bibe."

Madlîn El Şêx wiha domand, "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî di vê qonaxê de pêdiviyek bingehîn e. Ji ber ku ew çareserî û aştiyê pêşkêş dike, û bêyî wî, alozî dê berdewam bikin."

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya, Duaa Îbrahîm, da zanîn ku jin dikarin dengê xwe bi rêya kampanyayan, çalakiyan û daxuyaniyan bidin bihîstin, "Ji bo me, azadiya Rêber Apo azadiya her jinekê ye ku dixwaze bi rûmet û edaletê bijî."

Duaa destnîşan kir ku "Bebûna azadiya fizîkî ya Rêber Apo valahiyek siyasî ya berbiçav çêkiriye, ji ber ku fikra wî li ser diyalog, demokrasî û jiyana hevbeş e, û rêgirtina li ber wî ku ew rola xwe bicîh bîne derfetên pêkanîna aştî û aramiyê qels kiriye. "

Duaa bang li civaka navneteweyî kir ku gavên cidî bavêje û got, "Em daxwaz dikin ku cîhan gavên mirovî û siyasî bavêje da ku tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bike û wî azad bike, ji ber ku girtina wî ya berdewam tê wateya berdewama neheqiyê li dijî hemû gelên ku bi hesreta azadî û aştiyê ne. "

Nedîma Mihemed jî bal kişand ser girîngiya zêdekirina hewldanên jinan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abullah Ocalan û got, "Em çalakiyên hişyarkirinê û semîneran ji bo gihandina dengê jinan ji raya giştî ya herêmî û navneteweyî re berdewam bikin, û beşdarî kampanyayên ji bo azadiya fizîkî ya Rêbertî bidin."

Nedîma di dawiyê de got, "Em baweriya xwe bi hêz û îradeya gel tînin, em ê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan hişmendiya xwe bilind bikin û doza azadiya wî ya fîzîkî, bikin doza aştî û rumetê. "

(k)

ANHA