ˊŞehîd rêya serkeftin û rizgarkirina xakê ronî dikinˊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê şehîdên meha Nîsanê û şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û diyar kir ku ew ê heta serkeftinê û rizgarkirina xakê li ser şopa şehîdan bin.

25 nîsan, 2024   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Şehîdan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çalakiyên cuda hatin lidarxistin. Di çalakiyan de şehîdên êrişa Qereçoxê û şehîdên meha Nîsanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê li goristana şehîdan çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa Mezlûm Yûsiv tevahî şehîd bi bîr anîn û soza şopandina berxwedan û têkoşînê da.

Di çalakiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Di dawiyê de li ser şehîd Ezîz Ereb û têkoşîna wî sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bi beşdariya xwendekarên Zanîngeha Kobanê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê daxuyaniyek da. Endama meclisê Dariya Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin bi saya fedakariyên şehîdan destkeftî hatin pêkanîn û dê heta serkeftin û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiyê de diruşmên ˊşehîd namirinˊ ûˊberxwedan jiyan eˊ hatin berzkirin.

HELEB

Di vê çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Qada Şehîdan daxuyaniyek da. Endama rêvebera meclisê Rewşan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ew soza xwe ji şehîdan re nû dikin û heta serkeftinê li ser şopa wan in.

Di dawiyê de hat diyarkirin dê şehîd her tim rêya serkeftin û rizgarkirina xakên dagirkirî ronî bikin.

(fr)

ANHA