ˊPêdiviya pêkanîna azadiya Rêbertî bi berxwedaneke mîna ya li Îmraliyê heyeˊ

Kesayetên welatparêz tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û ˊcezayên dîspilînêˊ yên li dijî wî şermezar kirin û destnîşan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêdivî bi berxwedaneke mîna ya li Îmraliyê heye.

ˊPêdiviya pêkanîna azadiya Rêbertî bi berxwedaneke mîna ya li Îmraliyê heyeˊ
24 tîrmeh, 2024   02:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Di 4'ê Tîrmehê de bi bihaneya ˊcezayên dîspilînîˊ desthilata Tirk a dagirker hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo 3 mehên din qedexe kir. Her wiha, ji Adara 2021'an ve jî tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatine wergirtin.

Têkildarî mijarê, bertekên nerazîbûnê yên li dijî van siyasetan zêde bûn.

Welatiya bi navê Zelûx Cafer diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çi ji wê were xwestin ew ê bike.

Zelûx Cafer destnîşan kir ku gelên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan dişopînin tu carî serî ji biryarên dermirovî û derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker re natewînin û ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.

Der barê bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de, Zelûx Cafer anî ziman ku ew bêdengî nîşan dide ku civata navneteweyî di tecrîdê de hevkar e.

Zelûx Cafer di dawiyê de got: "Di 15'ê Sibata 1999'an de, dema ku min xebera revandina Rêber Abdullah Ocalan bihîst, ez 18 rojan ketim gireva birçîbûnê û hîn jî êşa wê xeberê ji bîra min neçûye. Xwezî wê çaxê mala min bişewitiya û min ew xeber nebihîsta."

Fikret Henan jî banga naskirina rewşa Rêber Abdullah Oalan kir û got wê û tevahî gelên bi fikrên wî bawer in tiştek li hember fedakariyên Rêber Abdullah Ocalan ji wan re pêşkêş kirine, nekirine.

Silêman Arif jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bêyî pergala hegemonîk ku dixwaze gelan bixe bin kontrola xwe pêk nayê. Ew pergal li dijî Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî yên pêkanîna azadiya gelan disekine.

Arif wiha got: "Em li hember Rêbertî lêborînê dixwazin, diviyabû ew di nava me de bûya. Em ê têkoşîna xwe ji bo vê yekê bilind bikin."

 Silêman Arif girêdayî helwesta hin aliyên Kurdî li hember êrişên qirkirina Kurdan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve got: "Kê parêznameyên Rêbertî xwendibin û tê de kûr bûbe wê bizane ku rêvebirin û rêbertî ne gotinan de ye, lê di pratîkê de ye."

Arif di dawiyê de got: "Di vir de ferqa di navbera rêberekî de temenê xwe di girtîgehê de ji bo rizgariya gelê xwe û redkirina tesmîlbûna ji daxwazin dagirkeriyê re derbas kir û rêberekî din bi dijmin re li ser hesabê kurdan lihevkirinan îmze dike, aşkera ye."

(mh/fr)

ANHA