ˊMoşeka Heniye hedef girtiye ji welatekî cîran derketˊ

Çavkaniyekî Îranê destnîşan kir ku moşeka ku Heniye hedef girtiye ji welatekî nêzîkî Îranê derket. Her wiha dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê diyar kir ku artêşa Îsraîlê nehişt hêzên wê li Azerbaycan û Gurcistanê bimînin.

ˊMoşeka Heniye hedef girtiye ji welatekî cîran derketˊ
12 tebax 2024   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Îranê der barê hedefgirtina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye de agahiyên nû aşkera kirin.

Kenala "El Alem" a Îranê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên şopîner, diyar kir ku bi moşekeke sivik xwedî seriya teqandina hêz Heniye hat hedefgirtin.

Çavkanî da zanîn ku ew moşek ji welatekî nêzîkî Îranê derketiye. Her wiha ji bo ku were zanîn bê ku agahiya wî welatî ji avêtina moşekê heye yan na, lêpirsîn û lêkolîn didomin.

Çavkanî her wiha diyar kir ku tu bombe di odeya Heniye de tune bûn û tu welatiyên Îranî ji ber hedefgirtinê nehatin binçavkirin.

Li aliyê din, Desteya Radyo û Televîzyonê ya hikumeta Îsraîlê da zanîn ku piştî gefxwarinên Îranê yên pêkanîna êrişê, artêşa Îsraîlê hêzên xwe ji Azerbaycan û Gurcistanê (yên nêzîkî Îranê) vekişandin.

(mh)