ˊHizbullah û Îran mecbûr in bersiva Îsraîlê bidinˊ

Sekreterê Giştî yê Hizbullah Hesen Nesrullah got partiya wî û Îranê mecbûr in bersivê bidin û ji Sûriyeyê û Îranê xwest ku piştgiriya madî, leşkerî, manewî, siyasî û alîkariyan peyda bikin.

ˊHizbullah û Îran mecbûr in bersiva Îsraîlê bidinˊ
6 tebax 2024   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma Fûad Şukir li başûrê Lubnanê de Nesrullah got Îran dibîne ku ew mecbûr e bersivê bide û dijmin bi amadekariyeke mezin û windabûnekê li bendê ye. Hizbullah jî dibîne ku mecbûr e bersivê bide.

Nesrullah diyar kir ku ev şerekî mezin e û hedefgirtin xeter e. Hizbullah dê bersivê bide, Îran û Yemen jî dê bersivê bide û dijmin li bendê ye û dişopîne. Derengmayîna bersivdana li ser kuştina Fûad Şukir parçeyek ji sizakirina Îsraîlê ye. Kî li Lubnanê piştgiriya Hizbullah nake, divê di piştê de nebe xencer.

Piştî hedefgirtina Îsraîlê ya dawîn ji fermandarên payebilind ên Hizbullah û Tevgera Hemasê re û gefên bersivdanê ji hêla Îran û hevalbenên wê ve herêm di rewşeke aloziyê de ye.

(fr)