ˊEm li hember êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe biparêzinˊ

Navenda Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa li ser avahiya wan daxuyaniyek da û got: "Em wek gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî her cure êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe ji van êrişan biparêzin."

ˊEm li hember êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe biparêzinˊ
11 sibat, 2024   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der bare êrişa li dijî avahiya gaziyan a li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk a qirker û faşîst êrişên xwe yên hovane li hemberî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Gaziyên ku li hemberê çeteyên DAIŞˊê şer kirin û têkoşîneke mezin dan meşandin, ev yek di raya giştî de hatiye dîtin û hêzên navneteweyê û koalisyon jî şahidê vê yekê ne. Îro danê nîvro dewleta Tirk a faşîst êrişeke hovane li navenda me ya federesyona gaziyan pêk anî, di encamê de hin gazî bi giranî birîndar bûn.  Ev êrişa ku li hemberê gaziyan hate pêkanîn li dijî hemû mirovahiyê bû. Ji ber ku gazî, bi  windakirina perçeyên laşê xwe ve nirxên mirovahiyê parastin.  Ev êrişên ku li dijî hêremê pêk tên hêzên navneteweyê bê deng in! Bêdengmayîna wan tê çi wateyê!? Ev bêdengî tê wateya piştgiriya ku vê êrişê pêk tînin û rawa dikin. Yên ku mirovahî parastin gaziyên Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi tu awayî têkçûna DAIŞˊê tehemmûl nekir, ji bo vê van êrişan pêk tîne. Ya rastîn tola DAIŞˊê radike, parastina DAIŞˊê dike û dixwaze DAIŞˊê zindî bike. Dewleta Tirk çiqas di van êrişên xwe de , bixwaze manewiyata gaziyan bixîne û pêşiya têkoşîna gaziyan astengiyan çêbike wê nikaribe. Gazî ger ku dest, ling û çavên wan jî nebe wê têkoşîna xwe bilind bikin û karê xwe berdewam bikin.

Her wiha em bang li hemû gelên azadîxwaz û dilê wan, bi gelê Bakûr û rojhilatê Suriyê re yê ku mirovahî ji tundrewiya DAIŞˊê rizgar kir, dikin ku li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirk a qirker û şirîkê DAIŞˊê bê deng neminin û berteka xwe bînin ziman.

Em êrişa ku li dijî federesyona me ya gaziyan pêk hat lenet û şermezar dikin. Em wek gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî her cure êrişan têkoşîna xwe bilind bikin û gelê xwe ji van êrişan biparêzin." 

(fr)