Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin

Ciwanên kantona Minbicê diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin.

Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin
11 sibat 2024   21:21
MINBIC

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê meşek meşaleyê li dar xist. Di meşê de komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Di meşê de endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn.

Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi navenda tevgera ciwanan ve bi rê ket.

Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Behcet axivî û wiha got: "Hemû dewletên kapîtalîst û zordest ji bo têkbirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûn yek. Ji ber ku fikrên wî di rizgarkirina jinan ji bindestiyê de bi ser ket û hêvî da gelên azadîxwaz."

Cîhan Behcet wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker û pergalên zordest ên girêdayî wê bawer kirin ku bi girtina Rêber Abdullah Ocalan re ew ê têkoşîna me rawestînin, lê ew bi bin ketin. Berovajî wê hêza me bi fikrên Rêbertî zêdetir bû û ew êdî nikarin roja me tarî bikin."

Cîhan Behcet soza domandina berxwedanê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

Meş bi siloganên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh)

ANHA