Elî Xelîfe: Îran hewl dide di dan û standinan de ji xwe re pozîsyonekê çêke

Endamê damezirîner ê tevgera Teherur, Elî Xelîfe da zanîn ku Îran hewl dide bi rêya şerên li herêmê cihê xwe di dan û standinan de misoger bike.

Elî Xelîfe: Îran hewl dide di dan û standinan de ji xwe re pozîsyonekê çêke
14 cotmeh, 2024   07:10
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Endamê damezirîner ê tevgera Teherur Elî Xelîfe ji ajansa me re diyar kir ku însiyatîfên hundirîn û yên derve yên ji bo pêkanîna agirbestê hîn jî bê encam mane û got: "Hizbullah bi erêkirina Îranê karibû şer li ser Lubnanê ferz bike. Da ku Îranê cihekî xwe di dan û standin û parçekirina serweriya li herêmê de bigire. Bûyerên li Xezayê jî bersiva Îranê ya bi agir û xwîna gelên herêmê ne. Di encamê de Hizbullah bi armanca parastina rola Îranê di herêmê de, şer li ser Lubnanê ferz kir."

Xelîfe wiha domand: "Şerê ku Hizbullah li ser Lubnanê ferz kiriye di hemû aliyan de zirareke mezin da Lubnanê û Lubnaniyan. Wê biryara vekirina eniya şer da, lê biryara sekinandina şer ne bi destê wê ye, bi destê Îsraîliyan e. Îsraîl jî zextên dîplomasî yên pêkanîna agirbestê û biryara 1701'ê, paşguh dike. Biryar di asteke wiha de ye ku rola Hizbullah di herêmê de were tunekirin. Ji bo wê jî Îran ji bo ku berjewendiyên xwe biparêze dikare Hizbullah bike qurban. Ev jî dê di dema bê de diyar bibe ku Îsraîl rewşa xwe ya li herêmê ji nû ve  dîzayn bike."

ʹHIZBULLAH JI BER LAWAZIYÊN XWE MÎNA BERÊ NABEʹ

Xelîfe destnîşan kir ku Hizbullah fermdar û endamên xwe yên sereke yên ku di dayîna biryarên siyasî û leşkerî de cih digirtin ji dest da û got: "Her wiha, Îran jî di aliyê hedefgirtin û êrişên li dijî Îsraîlê de xwe dispêre Hizbullah. Di vî şerî de nehevsengiya hêzê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de derketin."

Xelîfe diyar kir ku Hizbullah di aliyê leşkerî wekî berê nabe, lê belê di aliyê siyasî û civakî de rêbaza Hizbullah dê berdewama projeya wîlayeta feqîh be û wiha domand: "Di aliyê aborî de jî ji ber êrişan Hizbullah paş ket. Ev jî bandoreke nerênî li hundirê Hizbullah dike û li Îranê dike. Nexasim ku Îranê Hizbullah ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî."

Xelîfe diyar kir ku siyaseta derve ya Îranê li ser pevçûn, yekkirina qadan û eniyan ava bûye, ew jî bi armanca ku cihekî wê di dan û standinên li herêmê de hebe û got: "Jixwe Îranê ji bo van berjewendiyên xwe, ev tişt li başûrê Lubnanê pêk anî. Îsraîlê jî erêkirineke navneteweyî ji xwe re peyda kir û di şerê Lubnanê de xwe spart mijara vekirina eniya başûrê Lubnanê di 8'ê Cotmehê de ji aliyê Hizbullah ve. Îsraîl digot ku Hizbullah li dijî wê êriş pêk aniye û ew ji bo tunekirina wê şerê leşkerî li dijî wê dide meşandin."

Xelîfe destnîşan kir ku lihevkirinek bi hevkariya Îranê ji bo biçûkkirina rolên Hizbullah heye, ew jî li hemberî hin biryaran e û got: "Ev jî di çarçoveya pêşxistina peymanan ji bo berjewendiyên Îranê de ye."

ʹLUBNAN DI NAVBERA AGIRBESTÊ Û HILBIJARTINA SEROKEKÎ DE YEʹ

Her du mijarên pêwist ji bo Lubnanê hene, nexasim di qonaxeke wiha hestiyar de, ew jî agirbest û hilbijartina serokatiyê ne.

Xelîfe diyar kir ku agirbest bi biryara Îsraîlê ve girêdayî ye nexasim ku Îsraîl di domandina şer de bi îsrar e, her wiha hilbijartina serokekî ji bo Lubanê jî ji bo ku saziyên hikumetê werin birêxistinkirin pêwist e û got: "A pêwist ew e ku serokê nû ku rolên dewletê yên di parastin, ewlekarî, aborî û civakê de baş bide lîstin e û bi rêya pêkanîna peymanên navneteweyî têkiliyên navneteweyî jî bi pêş bixe."

Xelîfe wiha li gotina xwe zêde kir: "Her du mijar bi geşedanên heyî ve girêdayî ne. Serokê nû jî pêwist e girîngiyê bide ewlekariyê. Xwespartina li artêşa Lubnanê jî bi pêşketina rewşên herêmî ve girêdayî ye da ku artêş bikare rola xwe di pêkanîna biryarên navneteweyî de bilîze."

Yê ji şer metirsîdartir roja paştirî şer e, nexasim ku zehmetî û bobelatên ku ji ber vî şerî rojane zêde dibin. Di encamê de şer dê her biçe dijwartir be û encamên xerabtir bide. Ji mîlyon kesî zêdetir koçber hene. Xaniyên piraniya wan jî hatin rûxandin û tu derfet ji bo jinûve avakirinê tune ne.

Xelîfe diyar kir ku hîn jî derfetek heye ku alterntîfek bikare Şîiyan vegerîne dewletê, lê belê ew derfet xwe naspêre serokê parlamentoyê Nebîh Berî yê ku heta niha di bin siya Îranê de dixebite û hewl dide guhartinekê çêbike.

Xelîfe wiha dawî li gotina xwe anî: "Di vê qonaxê de derfet ji bo xurtkirina rêya sêyemîn a Şîiyan, rêya derveyî tevgera Emel û Hizbullah, vekirî ye. Ev rê dê Şîiyan di dozên dewleta Lubnanê de bi cih bike, çekên Hizbullah radestî artêşê bike, biryarên navneteweyî pêk bîne, dewleta Lubnanê wekî garantora tekane ya civaka Lubnanê ji nû ve ava bike û ji bo avakirina pêşeroja Lubnanê jî bixebite."