Li nêzî Heyfayê teqîn: Bi dehan Îsraîlî birîndar bûn

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê da zanîn ku balafireke bêmirov a Hizbullah di odeyeke xwarinê ya baregeha Lîwa Golanî ya Ekayê de hat teqandin. Di encamê de herî kêm nêzî 40 kes birîndar bûn. Ji wan hinek rewşa wan giran e.

Li nêzî Heyfayê teqîn: Bi dehan Îsraîlî birîndar bûn
13 cotmeh, 2024   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê diyar kir ku di endama teqandina balafireke bêmirov li nêzî Benjamina ya nêzî Heyfayê de, bi dehan welatiyên Îsraîlê birîndar bûn.

Her wiha hat diyarkirin ku balafir di odeya xwarinê ya baregeha Lîwa Golanî ya Ekayê de hat teqandin.

Kenala 13ʹan a Îsraîlê ragihand ku di encama teqînê de herî kêm 40 kes birîndar bûn.

Rêveberî giştî yê Stêrka Sor a Dawûd (Ambulansa Îsraîlê) Ely Ben ji malpera Yedioth Ahranoth re da zanîn ku di êrişê de 20 kes birîndar bûn. Ji wan  rewşa 5ʹan giran e.

Her wiha malperê aşkera kir ku teqîn li herêma Wadî Ara ya başûrê Heyfayê pêk hat.

Radyoya artêşa Îsraîlê ku xwe spart çavkaniyeke leşkerî ragihand ku pergala parastinê ya hewayî ya artêşê nikarî pêşî li balafira bêmirov bigire.

(mh)