'Hedefgirtina sîstematîk a sivîlan sûc e'

Rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma got: "Hedefgirtina sivîlan bi awayekî sîstematîk sûcekî şer e. Dewleta Tirk yekser sivîlan hedef digire. Ev yek dikeve xana sûcên navneteweyî û sûcdar tê cezakirin."

'Hedefgirtina sîstematîk a sivîlan sûc e'
30 ÇILE, 2025   08:36
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Di 2 rojên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk a dagirker 3 komkujî kirin. Di encamê de 18 sivîl şehîd bûn û gelek sivîl jî birîndar bûn. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû: "Ev komkujî bi wêne hatine belgekirin. Ev yek ne tenê dewleta Tirk lê bêdengiya civata navneteweyî jî şermezar dike."

Endama rêveber a Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma ji ajansa me re axivî û got: "Rast e rejîma berê têk çû û herêm derbasî pêvajoya demkî bû, lê êriş hîna berdewam in. Di qada mafên mirovan û qanûnên NY'yê de li Sûriyeyê sûcên hovane têne kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê, bi tevahî cureyên çekên giran û balafirên bêmirov û yên şer sivîlan û binesaziya herêmê dikin hedef."

SÛCÊ ŞER

Evîn diyar kir ku li Sirînê, Eyn Îsayê û Zirganê komkujî çêbûn û wiha domand: "Dewleta Tirk û çeteyên wê rasterast sivîl û binesaziya herêmê topbaran û bombebaran kirin. Di encamê de li Sirînê di nav de zarok 12 kes şehîd bûn û gelek birîndar bûn. Hedefgirtina rasterast a sivîlan metirsîdar e û li gorî qanûnên navneteweyî hesab ji sûcdaran tê pirsîn. Divê sivîl ji şer bên dûrxistin."

Evîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li Eyn Îsayê û Zirganê jî komkujî pêk anîn.

Li gorî detayên ku rêxistinê der barê komkujiyan de derxistine de Evîn got: "Di 2024'an de, herî kêm 19 zarokan û bi dehan sivîl di nav de jin ji ber êrişên dagirkeran şehîd bûn. Ev hedefgirtina bênavber binpêkirina qanûna navneteweyî ye. Bêdengiya navneteweyî li hember van sûcan li ser ewlehiya sivîlên li Sûriyeyê metirsiyeke mezin e."

TI BIIHANEYA ÊRIŞAN, JI BILÎ DAGIRKIRINÊ, TUNE YE

Evîn destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ya ku diviyabû demkî bûya, diyalogê destpê bikira lê di bin navê ewlehiya neteweyî de sûriyeyî rûbirûyî kuştinê ne.

Evîn bang li civata navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan berpirsyariyên xwe bi cih bînin, ji ber ku ti bihaneya êrişên li ser herêmê, ji bilî dagirkirina zêde ya xakê, tune ye.

Evîn di dawiyê de got: "Li şûna ku em welatê xwe ava bikin, herêmên din ên welêt têne dagirkirin. Sivîl û zarok tên kuştin. Lewma em careke din bang dikin êriş rawestin û diyalogê dest pê bikin û Sûriyeya nû bê avakirin."

(şx/fr)

ANHA