ˋDîtina Rêber Apo dilê pêkhateyên herêmê rehet kirˊ

Pêkhateyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku dîtina Rêber Apo piştî 26 salan rojeke dîrokî ye û hişt ku dilê hemû pêkhateyên herêmê di vê qonaxa hestiyar de rihet bibe. Şêniyan diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo gelên Kurd û Tirk e jî.

ˋDîtina Rêber Apo dilê pêkhateyên herêmê rehet kirˊ
11 tîrmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO

Piştî 26 salan, Rêber Abdullah Ocalan cara yekemîn ji girtîgeha xwe ya li Îmraliyê bangeke bidîmen kir. Ev bang di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê de hat kirin.

Der barê vê de, şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hestên xwe der barê vê dîmenê de anîn ziman.

Ferhan Dawûd ê ji taxa Nasrayê der barê dîtina Rêber Apo û bihîstina dengê wî de ev tişt anî ziman: "Rojeke dîrokî bû. Piştî 26 salan ji îşkenceyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, me Rêber Abdullah bi dîmen û deng dît. Dîtina me ji Rêbertî re moralên me di van kêliyên hestiyar ên di ser herêmê re derbas dibin de bilind kirin."

Dawûd diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan banga dîrokî ya 27'ê Sibatê şîrove kir û hin bendên sereke yên wê bangê zelal kirin û got: "Vê jî hişt dilê me rehet be."

Têkildarî cidiyeta dewleta Tirk li hember banga Rêber Apo Dawûd ev tişt aşkera kir: "Em hêvî dikin ku dewleta Tirk li hember Rêber Abdullah Ocalan durist be. Ji ber ku guhertinên herêma Rojhilata Navîn tê re derbas dibin pir zehmet in. Ev banga ne tenê ji bo Kurdan e, lê ji bo Tirkan e jî."

Li aliyekî din jî welatî Ebdulxenî Oso yê ji taxa Salhiyê yê Hesekê destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê li benda vê roja dîrokî bûn ku Rêber Apo bibînin. Di 26 salên derbasbûyî de em ji bo tenduristiya Rêbertî em bi fikar bûn. Bi dîtina wî moralên tevahî pêkhateyên herêmê bilind bûn."

Oso diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan destpêka qonaxeke nû ya aştiya siyasî dûrî çekê ye.

Mihemed Eşref Elî yê ji taxa Til Hecerê axivî û anî ziman ku: "Dîtina Rêber Abdullah Ocalan tevî hevrêyên wî di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Navîn û cîhan tevahî tê re derbas dibe gaveke baş bû."

Eşref Elî di berdewama axaftina xwe da zanîn ku: "Rêber Abdullah Ocalan însiyatîfek cidî û gavên girîng ji bo gelên Kurd û Trik avêtin. Niha jî divê dewleta Tirk pabendî hemû peymanên îmze kirine be ku dest bi proseya aştiyê bê kirin."

Welatî Huda Mihemed a ji taxa Nasrayê jî got: "Piştî dîtina Rêber Abdullah Ocalan, ez nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman. Piştî 26 salên zilm û zordariyê me Rêbertî dît."

(mh/fr)

ANHA