Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin

Li kampa Newroz a koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê komîteyên awarte ji bo şopandina rewşa koçberan piştî barîna berfê, hatin avakirin.

Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
Li kampa Newroz komîteyên awarte hatin avakirin
29 kanûn, 2025   19:10
QAMIŞLO

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berf bariya. Koçberên di kampan de jî ji ber sermayê û kombûna berfê li ser konan, zehmetî kişandin, nexasim ku hin kon jî hilweşiyan.

Girêdayî wê, Rêveberiya Kampa Newroz a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê da zanîn ku wan 5 komîteyên awarte ava kirin, her komîteyek ji 10 endaman pêk tê. Armanca komîteyan şopandina rewşa koçberan û destwerdana lezgîn di dema pêkhatina qezayan de ye.

Komîteyan dest bi paqijkirina konan û dawşandina berfê ji ser wan, şopandina rewşa malbatan û peydakirina pêdiviyên wan kir.

(mh/fr)

ANHA