ˈEm ê têkoşîna heqîqtê ji bîr nekin`

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kirin û gotin: “Em ê têkoşîna heqîqetê ji bîr nekin."

ˈEm ê têkoşîna heqîqtê ji bîr nekin`
20 kanûn, 2024   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran têkildarî qetilkirina rojnamegeran Cîhan Bîlgîn û Nazim Deştan daxuyanî dan û bertek nîşan dan. DÎSK Basin Îş’ê, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser hesabên xwe yên X’ê daxuyanî dan.

MKG: EW Ê NIKARIBIN RASTIYAN BÊDENG BIKIN

MKG’ê êrişa li dijî rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin dema ji bo ragihandina heqîqetê xwe dixistin talûkeyê û peywira xwe bi cih dianîn bi êrişa SÎHA'yan jiyana xwe ji dest dan. Ew ê nikaribin rastiyan bêdeng bikin ! Ev êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî rojnamegeran hem sûcekî li dijî çapemeniya azad hem jî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji bo kedkar Ezîz Hec Bozan jî şifayê dixwazin, em rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin."

 BASIN-ÎŞ: HEDEFGIRTINA ROJNAMEGERAN NAYÊ QEBÛLKIRIN

DÎSK Basin Îş: “Hedefgirtina rojnamegerên li herêmên şer tevî canê wan di xetereyê de jî rastiyan bi raya giştî re parve dikin, nayê qebûlkirin. Em hedefgirtina rojnamgeran şermezar dikin. Kesên li Filistîn û Sûriyeyê li herêmên şer dibin sedema mirina rojnamegeran divê li pêş edaletê hesabê bidin.”

MLSA’yê jî têkildarî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wiha got: “Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de dema di wesayîta xwe de ji hêla SÎHA’yan ve hedef hatin girtin û jiyana xwe ji dest dan. Rojnamegeran, ji 8’ê Kanûnê heta niha geşedanên li Bendava Tişrînê û Qereqozaq a li bakurê Helebê dişopandin.”

OHD: EM Ê TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ JI BÎR NEKIN

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD): “Kedkarên Çapemeniya Azad Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de hedef hatin girtin. Her du rojnameger, bi êrişa SÎHA’yan a Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû. Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ev demekî dirêj e geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi raya giştî re parve dikirin. Çapemeniya Azad, dengê gelan, baweriyan, kesên rastî cihêkariyê tên, bindetan, jinan, zarokan û xwezayê ye. Em, vê êrişa li dijî mafê xwegihandina heqîqet û nûçeyê ya gel hatiye kirin şermezar dikin û qebûl nakin. Em ê têkoşîna heqîqetê ya kedkarên Çapemeniya Azad ji bîr nekin.!

DBP: ROJNAMEGER HEDEF TÊN GIRTIN

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Em bi xemgînî jê agahdar bûn ku rojnameger #NazımDashtan û #CîhanBilgîn di encama êrişên dewleta tirk de bi SÎHA’yan hatine qetilkirin. Her du rojnameger weke kedkarên Çapemeniya Azad dibûn dengê rastiya Rojava. Ên ku bi dagirkerî, qetlîam û pêkanînên ne hiqûqî îradeya gelê Rojava hedef digirin hewl didin li ser sûcên şer û qetilkirina sivîlan bigirin. Ji ber vê yekê jî rojnamegeran hedef digirin. Divê neyê jibîrkirin ku, yên ku li dijî van êrişan bêdeng dimînin dibin perçeyên sûcên şer. Divê li hemberî van êrişan têkoşîneke xurt bê meşandin da ku êrişên li ser dijî gelê Rojava bên rawestandin. Bi vê mebestê em ji Çapemeniya Azad re sersaxiyê dixwazin.

TJA: KESEK NIKARE PÊNÛSA HEQÎQETÊ BÊDENG BIKE

Tevgera Jinên Azad (TJA): Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Rojava di êrişa bi SÎHA’yan a Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Em, kujerên ku azadiya jinê û dengê heqîqetê hedef digirin baş nas dikin. Ji Nagihanê heta Cîhanê, dê kesek nekare pênûsa heqîqetê bêdeng bike!

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê: Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di êrişa bi SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest dan û ev yek tê wateya tunehesibandina qeydên hiqûqa navneteweyî. Em hestên xwe yên piştevanî û sersaxiyê bi malbatên rojnamegerên hatine qetilkirin û kedkarên Çapemeniya Azad re parve dikin.