Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê

Şêniyên bajarê Til Temirê yê girêdayî kantona Cizîrê di du civînan de piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî planên dagirkeriyê anîn ziman.

Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
Ji Til Temirê peyama piştgiriya ji bo QSD`ê
20 kanûn, 2024   13:01
HESEKÊ

Meclisa bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo nirxandina geşedanên siyasî li herêmê du civînên girseyî li dar xistin.

Civîna yekemîn li bajarokê El Xira yê herêma Çiyayê Kizwanê bi amadebûna bi dehan şêniyên bajarok û gundên derdorê hate lidarxistin. Di civînê de endamê PYD`ê Ebdurehman Hisên der barê rewşa siyasî ya niha û kêşeyên pêşerojê de axivî.

Hisên rola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku Şoreşa Rojava li ser esasê fedakariya hevpar a hemû pêkhateyan pêk hatiye û got,  bi van fedakariyan pêkhateyan herêmên xwe ji rêxistinên herî metirsîdar ên "terorîst" ên weke çeteyên DAIŞ’ê, parast.

Hisên destnîşan kir ku divê her kes li hember fitneyên ku ji aliyê sîxurên dewleta Tirk a dagirker ve tên belavkirin û planên wê yên ji bo têkbirina tevna civakî ya li herêmê, hişyar bin.

Di civîna duyemîn de ku li gundê Xiwêtla yê bakurê Til Temirê hate lidarxistin, endamê Yekitiya Rewşenbîran a Til Temirê Mihemed Nûr El Ehmed der barê geşedanên siyasî yên dawiyê û rûxandina rêjîma Beşar Esed de axivî.

El Ehmed bal kişand ser girîngiya parastina hevgirtina li herêmê ku bi saya Rêveberiya Xweser pêk haiye. Her wiha bang li her kesî kir û guh nedin şerê taybet yê sîxurên dewleta Tirk a dagirker.

Di dawiya her du civînan de, beşdaran soza piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dan û tekez kirin ku modela Rêveberiya Xweser çareseriya herî guncaw  ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye.

(k)