Bi rêzdarî û hesreta ji bo hevalên Cîhan Bîlgîn û Nazım Daştan - Rauf KARAKOÇAN

Bi rêzdarî û hesreta ji bo hevalên Cîhan Bîlgîn û Nazım Daştan - Rauf KARAKOÇAN
20 kanûn, 2024   13:27

19'ê Kanûna 2024'an 2 xebatkarên hêja, wêrek û fedaî yên kedkarên çapemeniya Kurd, dema ku li eniya şer, li pira Qereqozaqê-Sirînê nûçe dişopandin, ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a faşîst ve bi êrişeke hewayî hatin qetilkirin. Êşa me giran e, hêrsa me mezin e! Armanca wan hevalên me tenê çêkirina nûçeyan, ragihandina rastiyan ji raya giştî re û agahdarkirina raya giştî bi awayekî rast bû. Ew jî bûn hedef ku ev yek encama têkçûna dagirkeran e.

Dewleta Tirk û çeteyên ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ êrişî Minbic, bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê dikin ku ji aliyê erdnîgarî ve ji bo Rojava xetên stratejîk. Ketina van xetan jî dê bibe dorpêçkirina Kobanê ku wek navenda berxwedana li dijî DAIŞ'ê tê naskirin û tevahiya cîhanê pê dizane. Erdogan ê şefê faşîst ê AKP'ê digot “Kobanê ha ket û ha dikeve” lê nekarîn bixin. Kobanê ew kul hem di dilê çeteyên DAIŞ'ê de û hem di dilê Erdogan de hişt. Tevî ku gelek sal di ser re derbas bûne jî, hedef hîna Kobanê ye. Êşa boçika ku Kobanê qut kiriye, xuya ye hîna derbas nebûye.

Çapemeniya zer a dewleta Tirk, mîna artêşa şerê taybet, bîst û çar saetan li gorî şerê psîkolojîk, propagandayeke tund li ser van herêman diweşîne. Bi qasî şer û pevçûnên li eniya şer, têkoşîna herî mezin li eniya şerê psîkolojîk tê meşandin. Ji bo hêviya berxwedanê bê bandor bikin, moralan xerab bikin û bêbaweriyê belav bikin, bi nûçeyên herî nediyar ên sexte, mêjiyên girseyan bombebaran dirin. Hevrêyên me Cîhan û Nazim, du lehengên çapemeniyê bûn ku li dijî medyaya şerê taybet a Tirk a qirêjî û xwînxwar, tê dikoşiyan û bi tena serê xwe ketibûn eniya berxwedanê.

Ev her du hevalên qehreman, li hember artêşa medyaya şerê taybet a Tirk rabûn, li eniya ku pevçûnên germ lê diqewimîn, guh nedan mirinê û xizmet dikirin. Windakirina her du mîlîtanên leheng ên çapemeniya azad Cihan Bîlgîn û Nazim Daştan ji bo me xemgîniyek gelekî mezin e, lê ew bûn asoya vê têkoşînê. Bûne armancek ku zehmet e mirov xwe bigihînê. Yên ku wan baş nas dikin, taybetmendiyên van her du hevrêyên hêja baş dizanin. Hezkirina wan a ji karê çapemeniyê re, hevaltiya wan a dilpak û dilnizm û sekna wan a sade û dilnizm a di nava jiyanê de, divê mirov ji xwe re bike mînak. Bi hevpîşeyên xwe re diketin pêşbirkê da ku beriya her kesî bigihêjin nuqteyên herî xeternak ên eniya şer. Di vê pêşbirkê de jî bûn yekemîn. Bi bedenên xwe bedel dan û xwe îsbat kirin. Bûn du kaniyên xwînê û herikîne erdê û dilê hevrêyên xwe, da ku careke din aj bidin.

Çi gotinên piştî hevrê Cîhan û hevrê Nazim bên gotin dê têra vegotina wan nekin. Tekane teseliya me ew e; kamera û pênûsên wan dê li erdê nemînin û têkoşîna me dê girêdayî bîranînên wan be û bê navber dewam bike. Hevala Cîhan û hevalê Nazim bûn xwedî jiyaneke hêjayî navê xwe. Em wan ber bi bêdawîtiyê ve oxir dikin, lê wan mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Wek milîtanên çapemeniya şoreşger a Kurdistanê, asoyên nû danîn pêşiya me. Ew ê her tim wiha werin bibîranîn. Bi hezkirin û hesret, rihê wan şad be.