ˈEm bi rêveberî û hêzên parastina xwe re neˈ

Şêniyên ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kirin û gotin "Em bi rêveberî û hêzên parastina xwe re ne."

ˈEm bi rêveberî û hêzên parastina xwe re neˈ
25 cotmeh, 2024   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji êvara roja çarşemê (23 Cotmeh) ve êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Heta niha zêdetirî 10 navendên stratejîk wekî stasyona gaz û ceyranê ya Siwêdiyê, embarên dexlûdan a li Qamişlo, bîrên petrolê yên li Tirbespiyê, stasyona kehrebeyê ya li Kobanê, firneyên Kobanê û Amûdê û navendeke tenduristiyê ya Qamişlo û navendên Asayîşê hatine bombebarankirin.

Li gorî daxuyaniya duh a Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di encama êrişan de jê 2 zarok 12 sivîl şehîd bûn û 25 jî birîndar bûne.

Şêniyên kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê êriş şermezar kirin û piştgiriya xwe bi QSDˈê re anîn ziman.

Welatiyê bi navê Ehmed El Cedû yê ji bajarê Tebqayê nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêmê da.

Jina bi navê Emîra Hemo ya ji Tebqayê jî êrişên li ser binesaziya xizmetguzarî û navendên tenduristiyê şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Edhem El Murşid ê ji bajarê Sûsê yê gundewarê Dêrazorê got: “Cihê mixabinî û şermezariyê ku xwîna gelê Sûriyeyê ewqasî erzan were dîtin. Armanc ew  e ku gel bide koçberkirin."

Eymen El Elî yê ji bajarê Baxozê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye û got: “Ev êrişên li dijî jinan û temenmezinan sûc in.”

LI REQAYÊ XWEPÊŞANDAN

Şêniyên Reqayê duh bi meşeke girseyî êriş şermezar kirin. Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan heya Çerxerêya Jinê ya naverasta bajarê dewam kir. Di meşê de peyamên piştgiriya bi QSDˈê re jî hatin dayîn û hate gotin, domandina êrişan derfetê li ber vegera DAIŞ’ê vedike.

Welatiyê bi navê Basil El Mebrûk ê ji Tebqayê got: “Em bi QSD’ê û projeya Rêveberiya Xweser re ne.”

Xidir El Salih jî yê ji bajarê Sûse bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û banga piştgiriya bi QSDˈê re kir.

El Salih got: “QSD’ê DAIŞ têk bir. Pêwist e em destekê bidin wê ne şerê wê bikin.”

(mh/bb)

ANHA

dêre zor

tebqa