Hêzên Ewlekariyê der barê êrişan de daxuyanî da

Fermandariya Gişt yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku dewleta Tirk 9 cih kirin hedef, di encamê de karkerek şehîd bû û 8 jî birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariyê der barê êrişan de daxuyanî da
25 cotmeh, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hovane yên sîstematîk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dewleta dagirker bi balafirên bê mirov ên bi çek û topan gelek qadên sivîlan kirin armanc. Li bajarê Kobanê hola Firat, benda kontrolê ya Cerablus a hêzên me, aşê Kobanê, stadyuma Kobanê û nexweşxaneya Emel bombebaran kirin.

Her wiha embara genim a li Kobanê jî hat hedefkirin û di encamê de karkerek şehîd bû û 8 karker birîndar bûn. Li herêma Dêrikê jî benda kontrolê ya hêzên me û li Minbicê jî gundê Mihsenlî, deriyê Ewn Dadat ên di bin kontrola hêzên me de hatin hedefkirin.

Em teqez dikin ku êrişên domdar ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan dixin metirsiyê. Em ê erka xwe ya parastina gelê xwe û ewehiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomînin."

(bb)