Li dijî navenda DEM Partiyê êriş

Li dijî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê êriş hat kirin.

Li dijî navenda DEM Partiyê êriş
25 cotmeh, 2024   08:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), duh bi şev hin kes an kesan êrişî Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Enqereyê kirin. 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişî ev daxuyanî da: "Nîvê şevê êrişî Navenda me ya Giştî ya DEM Partiyê ya li Balgat a yek ji semtên herî qelebalix ên Enqereyê ye û navenda gelek partiyên siyasî lê ye hate kirin. Weke ku di wêneyan de jî tê dîtin derî û cam hatine şikandin, hewl dane ku tabelaya me daxînin. Em bi bîr bînin ku ev feraseta reben a dixwaze provokasyonan bike, nikare me bitirsîne û rawestîne. Em bang li Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya dikin ku bêyî dereng bikeve tedbîrên pêwîst bigire û êrişkaran tespît bike."