zextên li ser rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê zêde dibin

Biryar bû îro Şehîd Wedat Hisên ji aliyê malbat, çalakvan û welatparêzên Behdînanê ve bi boneya salvegere 8’emîn a şehîdata wî de li ser gora wî bê bibîranîn. Lê çekdarên PDK’ê êrişî merasîma bîranînê kirin û rojnamevan Omêd Beroşkî destgîr kir.

zextên li ser rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê zêde dibin
13 tebax 2024   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro êvarê malbata şehîdê pênûsê û nûçegihanê ajansa Roj Newsê yê Dihokê Wedat Hisên, welatparêz û çalakvanên Behdînanê xwestin di 8’emîn salvegera şehedata wî de li ser gora wî bibîr bînin. Lê çekdarên PDK’ê êriş kir ser malbata Wedat Hisên, çalakvan û welatparêzên ku dixwestin wî li ser gora wî bibîr bînin. Di encama êrişa çekdarên PDK’ê de beşdarên çalakiya bîranînê bi darê zorê, lêdan û derbkirinê hatin belavkirin.

Her wiha hate zanîn ku di dema êrişa çekdarên PDK’ê yên Asayişa Dihokê de rojnamevan û çalakvanê Behdînanê Omêd Beroşkî hatiye destgîrkirin.

(şx)