Zeviyên buharat tên aşêvkirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zeviyên buharatê tên aşêvkirin.

Zeviyên buharat tên aşêvkirin
Zeviyên buharat tên aşêvkirin
Zeviyên buharat tên aşêvkirin
Zeviyên buharat tên aşêvkirin
Zeviyên buharat tên aşêvkirin
Zeviyên buharat tên aşêvkirin
7 nîsan, 2024   09:05
HESEKÊ

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê demên berê çandinî di çarçoveya gemin, ceh, nîsk, pembo, garis  de sînordar mabû. Buharat  wekî kemûn, reşreşk û gijnîjî ku kêm dihatin çandin, lê di deh salên dawîn de pêş ket.

Cotkaran ji tirsa kêmbûna baran û guhertina rewşa hewayî îsal berî dan çandina kemûn, kuncî, reşreşk û anesûn.

li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji buharatan, çandina kemûn di rêjya yekemîn de ye. Buhart di dawiya meha Çileyê heta navîna meha Sibatê tên çandin û di Gulanê de tên çinîn.

Di vê demê de cotkar dest bi êşêvkirin û rakirina gihayên bi zerar dikin. Eşêvkirin ku heta navîna meha Nîsanê dewam dike bi rêbazê kevin an ku bi destan tê kirin.

Cotkarê bi navê Mihemed Nûr Silêman diyar kir ku çandina buharatan çandiniyê pêş dixe û derfetên kar peyda dike.

Mihemed Nûr Silêman anî ziman ku pêwistiya buharat bi elqeyeke mezin di aliyê derman û eşêvkirina gîhayên  bi zerar de heye.

(bb)

ANHA