Zelensky: Divê sizayên giran li Moskovê werin birîn

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, piştî êrişa Rûsyayê ya bi moşekan li dijî Keîvê, got ku "Divê sizayên giran li Rûsyayê werin birîn."

Zelensky: Divê sizayên giran li Moskovê werin birîn
28 tebax, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li ser platforma xwe ya Xˊê nivîsek parve kir û got: "Piştî Rûsyayê bi moşekan êrişî Keîvê kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 9 kes birîndar bûn, divê sizayên tund li Moskovê werin birîn."

Zelensky diyar kir ku "Li hember vê êrişê pêdivî bi bersivdaneke navneteweyî li dijî Rûsyayê heye. Ev êriş girîngiya bersivdana dîplomasî ya aktîv li hember kiryarên dijminane nîşan dide."

Desthilatên xwecihî yên Ukraynayê jî ragihandibûn ku ji ber êrişa bi moşekan a Rûsyayê, teqînên dijwar çêbûn û Keîv hejiya. Tîmên awarte jî diyar kiribû ku xebatên alîkariyê û rizgarkirina birîndaran didomin.

(fr)