Îsraîlê li Şamê bingehek parastina asîmanî bombebaran kir

Kanala " Kan" a Îsraîlê diyar kir ku artêşa Îsraîlê li gundewarê Şamê li dijî baregeheke pergala parastina asîmanî daxistinek hewayî pêk anî. Di encamê de 7 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û amûrên leşkerî hatin rûxandin.

Îsraîlê li Şamê bingehek parastina asîmanî bombebaran kir
28 tebax, 2025   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala "Kan" a Îsraîlê destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê li dijî baregeheke pergala parastina asîmanî ya li çiyayê Mani yê başûrê rojavayê Şamê, ku di serdema Beşar Esed de hêzên Îranê bi kar dianî, daxistina hewayî pêk anî.

Li gorî çavkaniyên ragihandinê, hêzên hikumeta Şamê, amûrên çavdêrî û guhdarîkirinê cihê baregehê dîtine û di hewldana bêbandorkirinê de Îsraîlê êrişeke hewayî pêk anî û 7 endamên hêzên hikumeta Şamê kuştin.

Balafirên şer ên Îsraîlê şevê berê çend caran tûgaya 76ˊan a li Hercele û çiyayê Mani ya li derdora Kiswa yên girêdayî Şamê bombebaran kir, di encamê de nuqteyên leşkerî hatin rûxandin, kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî radyoya artêşa Îsraîlê, hêzên taybet piştî bombebaranê, li nuqteyeke leşkerî ya li gundewarê Şamê çalakiya operasyona hewayî pêk anî, amûrên lojîstîkî rûxandin û hin ji wan veguhastin. Radyoyê destnîşan kir ku çalakî bi 4 helîkopteran û bi beşdariya 30 endamî, hemwextî avêtina bombeyên şewqê, pêk hat.

(fr)