Zêdetirî 70 hezar hebên hişbirê ji herêmên Şamê dihatin hatin girtin

Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn  bi kemînekê madeyên hişbirê yên ji herêmên di bin kontrola hêzên Şamê de ber bi gundewarê bakurê Dêrazorê ve diçûn girtin.

Zêdetirî 70 hezar hebên hişbirê ji herêmên Şamê dihatin hatin girtin
19 adar, 2024   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên wan ên têkoşîna dijî madeyên hişbirê mîqdareke madeyên hişbirê girtin.

Li gorî navendê, kamyoneke ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ber bi gundewarê bakurê Dêrazorê ve diçû hate girtin.

Navendê anî ziman ku madeyên hişbirê di kamyoneke ji bo veguhastina sebzeyan de hatibûn bicihkirin hate desteserkirin. Miqdara hebên hatin desteserkirin 79 hezar û 10 hebên kaptagonê ye û kesên qaçaxçîtiya wê dikin jî hatin girtin.

(fr)