Zarokên şehîdan hatin xelatkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê zarokên şehîdan ên di ezmûnên dawiya salê de bi ser ketine, xelat kirin.

Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
Zarokên şehîdan hatin xelatkirin
18 hezîran, 2026   14:28
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan şahiyek ji bo zarokên şehîdan ên asta seretayî ku di xwendinê de bi ser ketine, li dar xist.

Şahî li hola Meclisa Malbatên Şehîdan bi amadebûna endamên meclisê û malbatên zarokan pêk hat.

Di şahiyê de spasname û diyarî li şagirtên bi ser ketine, hatin belavkirin.

Kesên bi vê çalakiyê rabûne diyar kir ku armanca wan ew e ku piştgiriyê bidin zarokên şehîdan. Zarokên şehîdan û malbatên wan jî spasiya Meclisa Malbatên Şehîdan kir û diyar kir ku çalakiyên wiha morala wan bilind dikin û dihêlin ku ji bo serxistina encamên baştir di perwerdeyê de kedeke mezin bidin.

(bb)