Li Reqayê 5 ciwanan li bijîşkekî da

5 ciwanan ketin pey bijîşkekî û lê dan. Şêniyan banga lêpirsînê û cezakirina êrişkaran kir. Di heman demê de kesên nenas bombeyek bi erebeya dadwerekî ve girêda.

Li Reqayê 5 ciwanan li bijîşkekî da
8 îlon, 2026   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

5 ciwanên di navbera 20 - 25 salî de bi erebeyan ketin pey erebeya bijîşkekî li nava Reqayê. Bişîjk sekinandin û lê dan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ciwanan bi erebeyekê li devera di navbera dibistana El Meerî û benzînxaneya Şukrî Bozan de ketin pey bijîşk, ew ji erebeyekê daxist, lê dan û reviyan.

Heta niha sedemên êrişa li dijî bijîşk ne diyar in. Şêniyan hêrsa xwe nîşan da û bang li aliyên eleqedar kir ku lêpirsînê vekin, nasnameya êrişkaran diyar bikin û rêkarên yasayî li dijî wan bigirin.

Li gundewarê rojavayê Reqayê jî kesên nenas bombeyek destan bi erebeyeke dadwerekî ve girêda.

Tu birîndarî yan jî zirarên madî nehatin bibîrxistin. Lê hewla hedefgirtina dadwer metirsî çêkirin.

(f)