Êrişên li ser Helebê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê hatin şermezarkirin.

Êrişên li ser Helebê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
13 ÇILE, 2026   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê hatin şermezarkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê ya bajarê Êlihe ya kurdistanê daxuyanî hate dayîn û meş hate lidarxistin, Platforma Jinan Wanê, têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li ber Galeriya Hunerê ya li Rêya Armûşe çalakiya runiştinê pêk anî. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin bêrzkirin û pankarta “Li Rojava komkujî heye, dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin” hat vekirin. Endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li çalakiyê bûn.

Li Colemêrgê, Platforma Ked û Demokrasiyê li ber avahiya şaxa sendîkayên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Cemaweriyê (KESK) daxuyaniyek da. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye, teslîm nayê girtin" hat vekirin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê protesto bikin, xwestin ji Fakulteya Hiqûqê heya Fakulteya Fênê bimeşin. Beriya meşê polîsan derdora xwendekaran girt û dorpêç kir. Polîsan dem bi dem êrişî xwendekaran kir û destûr nedan xwendekar bimeşin.

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 14'ê Çileyê (sibe) de li taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê meşekê li dar bixe.

Piştî meşe ku dê bi dirûşmeya "Rojava azadî ye, îradeya me ye. Teslîm nayê girtin" bê lidarxistin, dê daxuyanî bê dayîn.