Zanîngeha Silêmaniyê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpê kirin

Serokê Zanîngeha Silêmaniyê ragihand ku ew îro ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê didin destpê kirin û wê 5 rojan dewam bike.

Zanîngeha Silêmaniyê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê da destpê kirin
25 ÇILE, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê dewam dike, divê çarçoveyê de zanîngeha Silêmaniyê kampanyayek alîkariyê da destpê kirin.

Serokê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Kosar Mihemed bi daxuyaniyek çapemeniyê despêkirina kampanyayê ragihand.

Dr. Kosar got; “Em îro kampanyaya alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê radigihînin û wê 5 rojan dewam bike. Wê li kampa nû û kevin ya zanîngehê, herwiha zanîngeha teknîkî ya Silêmaniyê, kampa zanîngeha Çarçira û Peymangeha Teknîkî ya Silêmaniyê alîkarî bên komkirin.”

Serokê Zanîngeha Silêmaniyê bang li hemû welatî, mamosta, xwendevan û karmendan kir ku tevlî kampanyayê bibin da ku alîkariyek ji bo Rojava were dayîn.

Bi rêya van hejmarên telefonan hun dikarin xwe bigihînin kampanyayê:

07725249325

07719488886

07503453418