Xeza, Sûdan û şerê Rûsya û Ukraynayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da bersiva Îranê û bandora wê ya li ser hewldanên agirbesta li Xezayê, rewşa Sûdanê û şerê Rûsya û Ukraynayê.

Xeza, Sûdan û şerê Rûsya û Ukraynayê rojevên rojnameyên erebî ne
12 tebax 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser tûra nû ya diyalogên agirbestê li Xezayê ku dê roja pêncşemê pêk bê û bersivên muhtemel ên Îranê.

Di nûçeya bi sernavê “Agirbesta Xezayê: Israra Îran û Hizbullahê ua bersivdayîna Îsraîlê diyalogan dixe xetereyê” de hate gotin: "Pispor pêşbîn dikin ku eger Îran beriya dan û standinên roja pêncşemê bersivê bide, du îhtîlamên bersivdayînê hene; an dê bersiv xurt be ku dê di encamê de bandoreke neyînî li diyalogan bike, ji ber ku Îsraîl li hincetekê digere da ku diyalogan taloq bike. Îhtîmala din; bersiv sînordar be. Eger bersiv sînordar be û li gorî lihevkirinekê be, dibe ku bibe egera berdewamkirina hevdîtinan û pêvajoya yekem a pêşniyara serokê DYA’yê Jeo Biden dest pê bike. Ew pêşniyara ku ji 3 pêvajoyan pêk tê û ji meha Gulanê de rawestiyaye."

Di dewama nûçeyê de hat bibîrxistin ku Îranê diyar kiriye ku mafê wê ya parastinê heye, lê destnîşan kir ku tu têkiliyên bersivê bi agirbesta li Xezayê re nîn in.

Li gorî rojnameyê, Hizbullah bi israr e ku di çend rojên bê de êrişê pêk bîne û tevî dan û standinên roja Pêncşemê jî tu guhertin di planên wê de çênabin.

‘ARTÊŞA SÛDANÊ JI BO KU JI HEVDÎTINÊN CINÊVÊ DÛR BIKEVIN, DAN Û STANDINÊN CEDAYÊ ASTENG DIKE’

Têkildarî Sûdanê, rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, bi bîr xist şandeya artêşa Sûdanê bidawîkirina şêwirên li Cedayê yên bi rêveberiya DYA’yê re ragihand bêyî ku der barê beşdariya wê ya di dan û standinên li Cinêvê de lihevkirin çêbe. Li gorî rojnameyê, ev daxuyanî asta nakokiyên nêrînên di navbera her du aliyan de û bêcîdiyeta fermandariya artêşa Sûdanê ya beşdariya dan û standinên ji bo bidawîkirina şerê li Sûdanê nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, têkçûna civîna Cedayê dibe aloziyekê bi rêveberiya DYA’yê re çêke, nemaze ku DYA’yê ji bo îqnakirina fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan ku beşdarî civînên Cinêvê bibe, tawîz dan.

‘ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ: ÊRIŞA LI KURSKÊ QONAXEKE BER BI DAWIYA ŞER VE YE’

Malpera Al Ain ku cih da şerê Rûsya û Ukraynayê diyar kir ku 4 rojên dawîn mîna 2 sal û nîvên şerê Rûsya û Ukraynayê nîn e.

Malperê destnîşan kir ku di 4 rojên dawîn de şerê Moskov û Kîevê gelekî guhertî. Her wiha ketina hêzên Ukraynayê ya nava herêma Kurskê ya Rûsyayê wek "mezintirîn destkefta herêmî ji bo her du aliyan ji dema êrişên dijber ên Ukraynayê yçn li Kharkiv û Khersonê di payîza 2022’yan de" wesifand. Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Dibe ku operasyon bibe sedema bidawîbûna şer, nexasim ku Kîev pirî caran li hember bûyeran bê deng bimîne."

Li gorî malperê, her çendî ku Rûsya li ber xwe bide û veguhastina çekên rojavayiyan bo Ukraynayê bidomîne jî pozîsyona stratejîk a Ukraynayê di xetereyê de ye.

(bb)