YRD: Cîhan û Nazim êrişên şerê taybet pûç kirin

Kordînasyona YRD'ê diyar kir ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn êrîşên şerê taybet ên medya dewleta Tirk û propagandaya wê pûç dikirin û bûn dengê heqîqetê, lewma hatine qetilkirin.

YRD: Cîhan û Nazim êrişên şerê taybet pûç kirin
20 kanûn, 2024   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN 

Koordînasyona Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagiker a li ser rojnamevanan û şehîdxistina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şermezar kir. 

Daxuyanî wiha ye: "Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker, qirker û mêtinger ya li ser Kobanê de, hevalên me Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn şehîd bûn. Em bi vê yekê gelekî êşiyan û bi hêrs bûn. Bi vê wesîleyê di serî de malbatên hêja yên herdu hevalên me, em sersaxiyê ji civata Çapemeniya Azad re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armanca wan bi ser bixînin.

Di demeke ku dewleta Tirk a qirker, mêtinger êrişên ji bo qirkirinê dibe ser Rojava de, hevrêyên me Cîhan û Nazim ên li pey nûçeyê bûn, hatin qetilkirin.

Hevrêyên me Cîhan û Nazim ji ber ku êrîşên şerê taybet ên medya dewleta Tirk û propagandaya wê pûç dikirin, ji ber ku bûn dengê heqîqetê hatin qetilkirin. Tevlî karwanê şehîdên Çapemeniya Azad bûn. Divê bê zanîn ku Nazim jî Cîhan jî mîna her kedkarek Çapemeniya Azad ên vê rêyê berdêl dan ber çavên xwe û biryardariyeke mezin nîşan dan. Ew ji êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me û yên li ser gelên me haydar bûn û ji bo têkbirina van êrîşan canê xwe feda kirin. Bila Nazim û Cîhan serbilind bin ku bûn şervanên heqîqetê.

Bêguman ev kevneşopî ji Mazlûman heta Gûrbetelliyan, ji Apê Mûsayan heta Seyît Evran û Gulistan Tarayan li hemberî her cûre êrîşan û li gel şehadetê hîn mezin bû û ji niha û pê ve jî wê mezin bibe. Şopdarên Nazim û Cîhan mîna doh wê îro jî û sibe jî li hemberî mejiyê dewlet û desthialtdariya dewleta Tirk a qirker, mêtinger li ber xwe bidin, têkoşînê dewam bikin; ala modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk her tim bilind bikin.

Ji ber vê yekê em dewleta Tirk a qirker û mêtinger careke din şermezar dikin û bang li raya giştî ya demokratîk, şoreşger, çapemeniya neteweyî û navneteweyî dikin ku li hemberî komkujeriya dewleta Tirk a hevkarê DAIŞ'ê bikevin nava liv û tevgerê. Em ji kedkarên Çapemeniyan Azad re jî di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."