YRAˋyê bang li saziyên NYˋyê kir: Ji bêdengiya xwe li hember êrişan derkevin

YRAˋyê bang li NYˋyê, saziyên navdewletî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanan ji bêdengiya xwe derkevin.

YRAˋyê bang li saziyên NYˋyê kir: Ji bêdengiya xwe li hember êrişan derkevin
16 ÇILE, 2025   19:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) der barê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyan, rojnamevan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet Bendava Tişrînê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Dewleta Tirk ku di êrişan xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xetimî ye, bi kîna xwe ya dijminane êrişî Bendava Tirşrînê dike. Bendavê bombebaran û topbaran dike. Ev çend roj e bênavber û bi awayekî zêde êriş tên kirin. Ji ber wê jî metirsî li ser bendavê çêbû.

Gelê herêmê bi armanca parastina bendavê berê xwe didin bendavê û li hember van êrişan ji bedenên xwe mertalên zindî ava kirine. Ji bo berxwedan û vîna gel têk bibe, dewleta Tirk çend caran êriş dike. Di encamê de hejmarek şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.

Tevî şehîd û birîndarên sivîl çêbûn jî, dewleta Tirk êrişên xwe yên bi balafirên şer û bêmirov didomîne. Îro jî (16-01-2025) saetên ber êvarê bi awayekî dijwar welatî hedef girtin. Di encamê de careke din hejmareke welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Di nava birîndaran de 3 hevalên me yên rojnamevan û xebatkarên çepemeniyê hene. Ji birîndaran nûçegihan Leyla Ebdê, her wiha Rojnamevan Hîvda Hebûn û xebatkarê ragihandinê Dijwar Elîşêr birîndar bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di roja 19’ê Kanûna 2024’an de jî li Bendava Tişrînê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bilgîn bi êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûbûn û ajokarê sivîl ê li gel wan bû, bi giranî birîndar bû. Li aliyê din jî dewleta Tirk rê neda ku cenazeyên şehîd Nazim û Cîhan bigihîje malbatên û li warê wan werin definkirin. Li aliyê din jî malperên nêzî dewleta Tirk gefa hedefgirtina bi balafirên bêmirov li nûçegihana Ronahî Tv Ciwana Cuma xwarin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ku li bendavê derbeyên giran ji şervanan dixwin, xitimîn e. Ji lew re kîn û nefreta xwe li dijî sivîl û rojnamevanan derdixin. Bi kirinên xwe hemû yasa û zagonên navdewletî bin pê dikin.

Ji ber, li gorî banga Cinêv û hemû yasa û zagonên navdewletî  ku Neteweyên Yekbûyî  erê kirine, rojnamevan sivîl in û bi tu awayî nabe werin hedefgirtin. Hedefgirtina wan jî sûcê şer e.

Lê saziyên navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropa, saziyên mafên mirovan û bi taybet yên parastina rojnamevanan li beranberî êrişên dewleta Tirk bê deng in. Ev bêdengiya wan cesaretê dide dewleta Tirik ku êrişên xwe li dijî sivîlan û bi taybet rojnamevanan zêdetir bike.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) êrişên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û sivîlan bi tundî şermezar dike. Em ji saziyên navdewletî re dibêjin ku bêdengiya we cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe zêde û dijwartir bike.

Em bang li NY, saziyên navdewletî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rojnamevan û sivîl neyên qetilkirin pêwist e dewleta Tirk li dadgehên navdewletî ve were darizandin.

Di dawiyê de jî em soz didin ku em ê tekoşîna xwe ya li ser xeta şehîdên heqîqetê bi hêztir bidomînin."

(fr)

ANHA