​​​​​​​ YPJ: Em ê gel û şoreşê biparêzin

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ji malbatên welatiyên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Suryiyeyê de şehîd bûne û gelê herêmê re sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê bi rihê fedayî gelê xwe û şoreşê biparêzin.

​​​​​​​ YPJ: Em ê gel û şoreşê biparêzin
26 kanûn, 2023   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand. 

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ’ê hat weşandin wiha ye:

“Di encama polîtîkayeke hevbeş a hêzên hegemonik de, îro li pêşiya çavên tevahî cîhanê şoreşa azadiyê ku ji bo gelan bûye hêvî, rastî êrîşên derqanûnî tê. Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku di serî de cihên weke petrol, xizmetguzarî, kargeh û tevahî binesaziya herêmê dike armanc de hemwelatiyên me şehîd bûn.  Em van êrîşên bi armanca qirkirin û tunekirina gelan tên meşandin şermezar dikin.

Parastina axa welat sedema hebûn û têkoşîna me ye. Me weke YPJ’ê bi tekoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ’ê, parastina tevahî nirxên mirovahiyê kir. Em ê têkoşîna xwe her berdewam bikin.

Erdogan ji bo şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de behsa exlaq û pîvanên mirovbûnê dike. Lê dewleta Tirk a qirker bi êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Suriyê pêk tîne re, hovîtiya di hemû serdemên dîrokê de hatiye dîtin derbas kiriye. Li hemberî hemû kiryarên dewleta Tirk a faşîst wê tekoşîna me ya mafdar bê navber bidome. Gelê me roj bi roj bi xwedî derketina xwe ya li şoreşê re biryardariya parastin û mayîndekirina şoreşê diyar dike. Em bang li gelê xwe dikin ku rêxistinbûna xwe xurt bikin da ku faşîzma Tirk têk biçe.

Em di serî de ji bo malbatên hemwelatiyên şehîd û tevahî gelê xwe sersaxiyê dixwazin û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin. 

Şoreşa me bi vîn û biryadariya gelê me û bi piştigiriya gelên azadîxwaz ên cîhanê destpê kir, xwe gihand wateya yekîtiya gelan. Li ser vê bingehê sekna pîroz a gelê xwe yê berxwedêr ku tu caran serî li hemberî terora dewleta Tirk a dagirker natewîne, silav dikin. Em ê bi rihê fedayî gelê xwe û şoreşa xwe biparêzin.”