YPG’ê têkildarî vekişîna hêzan ji Helebê daxuyaniyek da

Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê vekişîna hêzan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek nivîsîkî da û got, "Li gor bendên peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya her du taxan hildigire."

YPG’ê têkildarî vekişîna hêzan ji Helebê daxuyaniyek da
4 nîsan, 2025   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê vekişîna hêzan ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji roja yekem a destpêkirina aloziyên dema dawî ve, gelê me yê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li hember hemû gefan, bi hêz û îradeya xwe xeteke berevaniyê ava kirin. Em jî weke YPG û YPJ, bi awayek aktîf tevlî vê berxwedana qehremanî bûn.

Di heyama vî şerî de berdêlên giranbuha hatin dayîn; lê belê destkeftiyên ku derketin holê bûn stûnên sereke di avakirina aramî û ewlehiyê de ji bo gelê me. Geşedanên di demên dawî de careke din serkeftina vê têkoşînê piştrast kir. Hêzên me, berpirsiyariya xwe ya dîrokî a parastina gelê me bi rengekî serkeftî cîh anîn.

Di rewşa heyî de, li gor bendên peymana di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta veguhêz a Sûriyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Rêveberiya Xweser berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hildigire. Di vê çarçoveyê de beşek ji hêzên me ji vê qadê vekişiyane, û em piştrast dikin ku hêzên me yên mayî jî wê di rojên pêş de bi rengekî plankirî ji vê herêmê vekişin.

Em weke YPG û YPJ, bi hêza cewherî û îradeya rêxistinkirî ya gelê xwe bawer in û em destnîşan dikin ku wê hêzên me di pêvajoya nû de pozisyon û stratejiya xwe ya parastinê li gor pêwîstiyên dema nû pêk bîne."

(fr)