Bi hunerê hestê xwe îfade dike

Ciwana bi navê Aya Omer, azwerî û behreya xwe kir efrînariyeke geş û bi rêya wan detayên jiyana xwe û zehmetiyên li pêşiya wê derdikevin, rave kirin. Zanist û huner têkilî hev kir, êş û tecrubeyên xwe kir berhemên hunerî.

Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
Bi hunerê hestê xwe îfade dike
19 tebax 2024   07:25
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Di cîhana hunerê de, xêzkirin bedewiya jiyanê û hestên hunermend rave dikin. Ciwana bi navê Aya Omer bi firçe û rengîn zeytî, êşa zarokatiya xwe rave dike. Tabloyên wê ne tenê xêzkirin in, lê alozî û têkoşîna wê bi şêwazekê ku her kes lê dibe heyran rave dikin. Aya bi gavên sabît rêya bidestxistina xewna xwe didomîne.

Aye (20) li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê mezin bûye. Ji biçûkaniya xwe ve ji xêzkirinê hez dike. Ruxmî ku teşwîqkirina derdorê kêm bû, lê bi israr bû ku xewna xwe bi cih bîne. Tabloya yekemîn a ku xêz kiriye bi navê "Dayîk û zarokek" bû. Temenê wê, wê demê 9 salî bû. Wê çaxê ew tablo diyarî dayîka xwe kir û bi rêya wê xwest hezkirina xwe ji dayîka xwe re nîşan bide.

XEWNA XWE DEWAM DIKE

Aya bi israr rêya xwe temam kir. Kî tabloyên wê dibîne dibin heyrana wê û bi saya teşwîqkirina mamsoteya wê, tev li peymangeha xêzkirinê ya li bajarê Qamişloyê bû.

Aya hevsengî di navbera xwendin û behreya xwe de çêkir. Ji ber wê behreyên xwe di bikaranîna pênûsê û rengan de bi pêş xist, fêrî hin hunerên destan û peykersaziyê bû.

Zarokatiya Aya ne normal bû, ji ber ku ji malbata xwe dûr ket. Ji bo ku xemê xwe birevîne, hest û êşên xwe bi rêya firçe û rengan rave kirin. Di 9 tabloyên xwe de tenahiya xwe derbirand û çîrokên li ser dayîk û zarokan, xweza û rewşa jinan vegotin.

BI VAN GOGH BANDOR BÛ

Aya ji bo ku behreya xwe bi pêş bixe, serî li xwendinê û lêkolînê da. Herî zêde Aya heyrana hunermendê holandî Vincent Van Gogh bû nemaze tabloya wî ya navdar a bi sernavê "şeva stêran". Li gorî Aya, çîroka Van Gogh dişibe ya wê, ji ber wê bandora Van Gogh li ser Aya gelek e.

Der barê zehmetiyan de, Aya got: "Ez di peydakirina madeyên xêzkirinê de zehmetiyên mezin dikişînim. Ji ber ku derfetên madî kêm in û ev made di nava sûkê de peyda nabin."

GAVÊN PÊŞEROJÊ

Aya behsa armancên xwe yên ji bo pêşerojê kir û got: "Piştî ku ez ji peymangehê der biçim, hêvî dikim ku bibim mamosteya xêzkirinê. Dixwazin vê hunerê li bajarê Dirbêsiyê belav bikin. Li vî bajarî, gelek behre hene ku divê werin teşwîqkirin. Ez hêvî dikim ku li ser dîwarên bajêr xêz bikim, ji bo ku bajar bedewtir bibe."

Aya di dawiyê de got: "Divê ciwan zehmetiyan derbas bikin, hewldanên xwe bidomînin ji bo ku xeyalên xwe bi cih bînin. Divê vîna me xurt be û em behreyan keşf bikin û wan bi pêş bixin."

(şx)

ANHA