Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Li Tebqayê jin di çarçoveya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de meşek li dar xist.

Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
Jin ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
18 tebax 2024   14:43
TEBQA

Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebaq, Minbic û Dêrazorê, bi dehan jinên kantona Tebqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û endamên Hêzên Asayîşê-Jin, li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji taxa Yekemîn (Ewele) a bajarê Tebqayê dest pê kir. Jinan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe faşîzma Tirk" berz kirin.

Jinan heya ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li taxa Duyemîn (Sanî) meşiyan. Li vir hevserokê Nivîsgeha Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Nayif li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axivî.

Buşra got: "Ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em îro meşiyan."

Buşra diyar kir ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan, gelên bindest û jin ji zulmê û sitemkariyê rizgar bûn û got: "Jinan li ser şopa ramanên wî cihê xwe di tevahî qadan de girtine."

Buşra destnîşan kir ku jin li Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin. Di heman demê de, Buşra piştgiriya berxwedana YJA-Starê û HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, kir.

Her wiha Buşra soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan bi dest bikeve, têkoşîna wan berdewam e.

(şx)

ANHA