Rêxistineke Almanî piştgirî da kampanya li dijî darvekirinê

Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.

Rêxistineke Almanî piştgirî da kampanya li dijî darvekirinê
19 tebax 2024   08:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.

Di peyamê de hate gotin, "Bi navê Çep a Destwerdanê em cezayê îdamê bi tundî şermezar dikin ku rejîma Îranê ya dijminê jinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihmedî birî ye. Em dixwazin, cezayê mirinê bê betalkirin.

Em li vê derê piştgiriyê didin şoreşa femînîst a li Îranê û Rojhilat.

Em dibêjin, na ji darvekirinê re!

Erê ji jiyana azad re!

Jin, Jiyan, Azadî!"